Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya têkildarî mijarê wiha ye:
“Rejima Faşîst a Erdogan, hevkarê wê çeteyên DAİŞ`ê û sîxûrê wî ku her dem dijminahiya Şoreşa Rojava û afirînerên wê jinên pêşeng dike, her roj bi êrîşên xwe yên hovane dixwaze konsepta xwe ya tunekirinê biserbixe û hêza jin têk bibe. Bi hedefkirina şoreşê ve dixwaze hêza jin a ku pêşengiya tekoşîna azadiyê dike têk bibe ji holê rake. Ruxmî ku ev êrîş li ber çavên hêzên Koalîsyonê û Rûsya yên li herêmê pêk tên, ev hêz ji van êrîşan re çavên xwe digrin û bertek diyar nakin. Ji ber vê sedemê jî em dibêjin qasî ku hêzên êrîş dikin, hêzên çavên xwe ji van êrîşan re digrin jî di van êrîşan de hevkar û berpirsyar in.
Dewleta Tirk a dagirker di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov êrîşê seyareyekê kir û di encama vê êrîşê de ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan heman demê de Fermandara Giştî a Hêzên YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û hevrêya me ya endama Hêzên YAT`ê Barîn Botan ku tev lî Foruma 10 saliya şoreşê a ku li Qamişlo dihate lidarxistin bûn, dema ku derketin di encama êrîşa balafira bêmirov de şehîd bûn. Em ji bo şehadeta fermandar û hevrêyên xwe ji hemû gelê Kurd, pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û hêzên QSD’ê re sersaxiyê dixwazin. Soza me ya tolgirtina şehîdan wê bi parastin û mezinkirina şoreşa Rojava, têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAİŞ`ê û misogeriya rizgariya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya azad ve bibe.
Fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan bi nasnav Sewal Yusuf ji hemû zehmetî û kêliyên şoreşê re şahidî kir, di destpêkirina şoreşê ji karê rêxistinkirina gel, avabûna YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê bi ked û fedekariyeke mezin kar kir. Şoreşa Rojava a bi ked û tekoşîna Hevrê û Fermandar Jiyanan bû şoreşa jinê, nav û deng bû û bû hêviya azadiya hemû jin û mirovahiyê . Ev şoreş roja îro bi keda van hevrê û fermandaran ve gihaşte 10 saliya xwe. Hêz û vîna Fermandar Jiyanan baweriya jiyana azad di hemû jinan û civakê de ava kir û ji hemû pêkhateyên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî heya hemû cîhanê jin û ciwanan dil dane vê şoreşê û ber bi Rojava ve herikîn. Fermandar Jiyan ew fermandar bû ku bi germahiya jiyana azad û şoreşa Rojava bû xwedî danehev û tecrubeyeke mezin û bi vê ezmûn û danehevê bi sedan şervan perwerde kirin ku îro ev şervanê mîrateya tekoşînê a ku fermandar Jiyan ji wan re hêlişt wê mezin bikin û bi welatê azad misoger bikin. Hevrê û Fermadara me ya pêşeng Jiyan, di hemû pêngavên azad kirina Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bi rihê berxwedêr yê jina azad cihê xwe girt. Li hember çeteyên DAİŞ`ê ya ku ji bo mirovahiyê bibû xewneke bi tirs, fermandar Jiyan di sala 2013’an li Serêkaniyê li hember çeteyên El-Nusra, Şêxmeqsûd, Şedadê, Minbicê heya Dêrazorê pêngava têkbirina çeteyên DAİŞ`ê, çeper bi çeper şer kir û bi hêzên koalîsyonê re tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê bû. Tekoşîna Fermandar Jiyan Tolhildan bû hêviya jiyana azad a tevahî mirovahiyê.
Hevrê û Fermandar Roj bi nasnav Ciwana Heso di nava malbateke welatparêz de li Dirbêsiyê mezin dibe. Di demeke kin de di nava şoreşê de dibe xwedî ezmûn û bi felsefeya azadiya jin dibe jineke şoreşger a xwedî vîn û hêz. Heta kêliya dawî bi vê feraseta felsefeya azadiyê jiyan kir û bi rihekê berpirsyar xwedî li erkên xwe yên şoreşgerî û welatparêzî derket. Her kêliya jiyana xwe bi tekoşîna welatê azad ve derbas kir. Li hember çeteyên DAİŞ`ê bi hêzên koalisyonê re tevlî pêngavên rizgarkirinê bû û mirovahî bi pêşengî û wêrekiya hevrê û fermandar Jiyan û Roj ve ji DAİŞ rizgar bû.
Hevrê Barîn Botan bi nasnav Ruha Beşar a ku li Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû di temenê xwe yê ciwan de bi lêgerîna azadiyê ji şoreşa Rojava bandor dibe û tevlî refên YPJ’ê dibe. Hevrêya me Barîn li hember dewleta Tirk a dagirker hêrs û kîneke mezin ve jiyan kir û ji bo têkbirina dagirkeriyê bi idda û biryardariyeke mezin tekoşîn kir.
Şoreşa gelan ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi ked û fedakariya mezin ya hevalên şehîd û li ser hîmê azadiya jin pêk hat û bû hêviya azadiya hemû jin û civakên azadîxwaz. Weke hêzên YPJ’ê mezinkirin û parastina şoreşê û misogeriya azadiya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî erk û sonda me ye ku me ji hevrê û fermandarên xwe re daye. careke din em ji hemû gelê xwe û hêzên YPJ û QSD’ê re sersaxiyê dixwazin, em ê tola hevrêyên xwe ji hêzên dagirker û sixûran bigrin, ev êrîş wê bi tu awayî nikaribe bi me paş de gav bide avêtin wê zêdetir hêrs û kîna me mezin bike. Di vê pêvaoya ku şoreşa me û pêşengên wê dibene hedefa êrîşên tunekirinê em ji hemû hemû jinên Bakûr û Rojhilartê Sûrî re dibêjin cihê xwe di nava refên tekoşînê de bigrin.”
(cx)