NY: Di nav de Sûriyeyê  4 welat hewceyî alîkariyên zivistanê yê lezgîn in

Nêzîkî 9 milyon kes li Sûriyeyê, Lubnan, Afganistan û Ukraynayê bi nêzîkbûna zivistanê re hewcedarî alîkariya mkirovî ne, di nav kêmbûna sotemeniyê û zêdebûna bihayên xwarin û enerjiyê de.

NY: Di nav de Sûriyeyê  4 welat hewceyî alîkariyên zivistanê yê lezgîn in
30 cotmeh, 2026   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY (UNHCR) îro ragihand ku bi mîlyonan mirovên li çar welatan ku li wan pevçûn û krîzên mirovî hene, ji bo ku bi zivistana dijwar, hewceyê piştgiriyek zêdetir in, û li ser xetereyên zêde yên li ser jiyana mirovên bêwar û komên herî lawaz, hişyarî da.

UNHCR rave kir ku ew hewl dide ku herî kêm 50 milyon dolar ji bo peydakirina alîkariya zivistanê berhev bike.

Rêvebira Têkiliyên Derve yê UNHCR`ê, Dominique Hyde, hişyarî da li ser kêmbûna çavkaniyan û zêdebûna lêçûnan û destnîşan kir ku bi mîlyonan mirov di xetereya rûbirûbûna şert û mercên hewayê yên dijwar de ne bêyî parastina bingehîn, ku mudaxeleya mirovî ya bilez hewce dike.

Li Sûriyeyê, UNHCR destnîşan kir ku vegera bi mîlyonan penaberan piştî hilweşandina rejîma Baasê êşa wan bi dawî nekir, ji ber ku gelek kesên vegeriyayî hîn jî bê stargeh, cil û berg û germkirin in, ji ber ku fînansmana ji bo dabînkirina hewcedariyên wan ên bingehîn, kêm e.

(k)

ANHA