Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket

Komeke kesan li Qada Aştiyê ya Hesekê di demekê de ku amadekariyên merasîmê rakirina ala Sûriyeyê tên kirin, li dijî sembolên kurdî, tabelaya danasîna qadê û kamerayên çavdêriyê êriş pêk anîn. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî rastî hewldanên êrişê hatin.

Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket
Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket
Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket
Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket
Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket
Beriya merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li Hesekê tevlihevî derket
8 cotmeh, 2026   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qada Aştiyê ya li naverasta bajarê Hesekê, komeke kesan beriya destpêkirina merasîmê rakirina ala Sûriyeyê li qadê ya ku ji hêla aliyên peywendîdar ve hatiye organîzekirin, tevlihevî dexist.

Li gorî nûçegihanên me yên li bajêr, hejmarek kesan li dijî sembolên kurdî yên li qadê êriş pêk anîn, tabelaya ku navê qadê bi zimanên erebî, kurdî û suryanî li ser bû xerab kir, her wiha kamerayên çavdêriyê yên ewlekariyê şikandin û hewl da êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li qadê bikin.

Di heman demê de li ser malperên medyaya dijîtal kampanyayek li dijî sembolên kurdî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên entegreyî artêşa Sûriyeyê bûne, dane destpêkirin.

Bi temamkirina amadekariyan li Qada Aştiyê ji bo birêxistinkirina merasîmê, belavbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qadê ji bo parastina ewlehiyê, van bûyeran rû da.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê bi biryarnameyekê daxwaza pêkanîna rêkaran di kombûyînan de kiribû û rakirina çekan û bikaranîna fetaşeyan qedexe kiribû. Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku kesên binpêkirinê bikin dê li gorî rêkarên qanûnî der heqê wan de biryar bên dayîn.

(sb)

ANHA