Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê benda kontrolê danîn

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê bendsa kontrolê danîn û rêwiyan rawestandin û lêgerîn kirin.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê benda kontrolê danîn
1 mijdar, 2026   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê li ser rêya Eyn El Beyda-Cubeta El Xeşab li gundewarê Quneytrayê benda kontrolê ya leşkerî danîn û hejmarek rêwiyan rawestandin û lêgerîn kirin.

Duh hêzên Îsraîlî ji 4 kesên ku li benda kontrolê ya di navbera bajarokên Xan Arnabeh û Ufanya li gundewarê Quneytrayê de girtibûn 2 berdan, lê çarenûsa 2 kesên din hîn ne diyar e.

(k)

ANHA