Parlamenter Gulcan Kaçmaz: Divê qanûna çarçoveyî demildest û adilane were sepandin

Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, divê qanûna çarçoveyî demildest adilane were sepandin. Gulcan Kaçmaz anî ziman ku divê bi awayekî hiqûqî şert û mercên xebat û ragihandinê yên Rêber Abdullah Ocalan jî werin peydakirin.

Parlamenter Gulcan Kaçmaz: Divê qanûna çarçoveyî demildest û adilane were sepandin
8 tebax, 2026   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

12 xalên pêşnûmeya qanûna çarçove bi navê “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatin aşkerakirin û ji alî AKP’ê ve radestî Parlamentoya Mezin a Tirkiyeyê hatin kirin. Di Komîsyona Dadê de nîqaş li ser dest pê kirin. Tê payîn ku beriya 13‘ê Tebaxê wê derbasî parlamentoyê bibe.

Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê pêşnûmeya qanûna “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” de pirsên ajansa me bersivandin.

*Tê gotin ku pêşniyar efûyeke giştî nîn e, lê belê modeleke qanûnî ya veguhêz a şertî pêşbînî dike. Hûn difikirin ku ev model ji aliyê aştiya civakî û ewlehiya qanûnî ve têrker e, an jî rêziknameyeke qanûnî ya berfirehtir hewce ye?

Gelê Kurd bi dehan salan e ji bo mafên xwe yên rewa tê dikoşe. Heta niha li çar parçeyên Kurdistanê berdêlên giran hatin dayîn. Lew ra netewe-dewletên li Rojhilata Navîn her tim xwe li ser înkara gelê Kurd ava kiriye. Lê em dikarin bibêjin ku di nava dehan salan de her tişt guherî. Ne dewlet, dewletên wekî berê ne, ne jî Kurd Kurdên wekî berê ne. Li gel şert û mercên nû yên li cîhanê û encama têkoşîna azadiyê em gihîştin qonaxeke nû. Êdî pirsgirêka Kurd ji sînoran bihurî û bû meseleyeke navneteweyî. Îro ji aliyê jeopolîtîk ve Kurd cihekî navendî digirin. Vaye encama şert û mercên nû xwe li her beşên Kurdistanê didin der.

Di encama van geşedanan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdûllah Ocalan ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin, ji bo vê pêvajoyê xala werçerxê ye. Tevgera Azadiyê jî gelek gavên berbiçav avêtin û berpirsiyariya xwe bi cih anîn. Her çiqas dereng be jî di bin banê Meclisê de komîsyon hat avakirin. Bi saya komîsyonê konsesuseke mezin derket holê. Çend meh berê komîsyonê rapora xwe bi raya giştî re parve kir. Piştî van geşedenan 2 roj berê qanûna çarçoveyî ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkêşkirin. Lêbelê li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî gelek nîqaş, rexne û pêşniyar hene.

Helbet li gorî me ev qanûn ne têrker e, gelek kêmasî û nebesî hene. Lê em nikarin qanûna çarçoveyî bi giştî bênirx bibînin. Lewra di dîroka komara Tirkiyeyê de cara yekemîn e ku meseleya Kurd bi awayekî hiqûqî tê pênasekirin. Di nava 103 salan de cara yekem e ku dewlet li hemberî gelê Kurd bi amûrên hiqûqê tevdigere. Dewletê jî qebûl kir ku bi şer û pevçûnê, tewdirên ewlehiyê çareserî ne pêkan e.

Em dizanin ku pirsgirêka Kurd tenê bi pêşnûmayekê çareser nabe. Divê ev qanûn wekî gaveke destpêkê were dîtin. Bi vê qanûnê dê bingeha siyaseta demokratîk were avakirin. Aştiya civakî jî dê bi hêza me ya polîtîk li ser vê bingehê şîn bibe. Jixwe em vê pêvajoyê wekî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pênase dikin. Tenê bi qanûnan aştî nayê, birêxistinkirina civakê û yekitiya neteweyî ya Kurd dê bibe mîsogeriya vê pêvajoyê. 

*Dema ku encamên qanûnî yên pevçûnê rêk dixe, pêşniyar mijarên bingehîn ên wekî hemwelatîbûna wekhev, mafê zimanê dayikê, demokrasiya herêmî, pratîkên wesayetê û rûbirûbûna bi rastiyê re wek qanûn nagire nav xwe, ev li derveyî qanûnê maye. Ev kêmasî çawa dikarin bandorê li mayîndetiya pêvajoyê û demokratîkbûnê bikin?

Pirgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê kûrtir bû. Lewra gel tune hat hesibandin, amûrên hebûnê yên neteweyî nehatin qebûlkirin. Ji ber vê ye ku bi dehan salan e Kurd li ber xwe didin ku hebûna wan di qanûnan de cih bigire. Bêguman mafê zimanê dayikê mafekî rewa û jiyanî ye. Li Tirkiyeyê ji bo Elewî, Kurd û pêkhateyên din hemwelatiya wekhev û berfirehkirina demokrasiya herêmî gelek girîng e. Lê tenê bi qanûnekê, bi îmzeyekê, bi gavekê çareseriyeke mayînde ne mimkun e.

Her çiqas di qanûna çarçoveyî de behsa mafên wekî ziman, nasname, statu neyê kirin jî di vê pêvajoyê de “hebûna Kurdan” ji aliyê dewletê ve hat tesdîqkirin. Bi vê qanûnê dê zemîna hiqûq û demokrasiyê were çêkirin û xurtkirin. Gelê Kurd li ser zemîna demokratîk dê têkoşîna xwe ya ji bo ziman, demokrasî û wekheviyê bidomîne. Heta ku em dikarin destnîşan bikin ku ev dê bibin sernavên sereke yên serdema nû. 

Her çend saziyên ewlehiyê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û desteyek ku giraniya wê li ser şaxa rêveberiyê ye dê di bicîhanîna qanûnê de diyarker bin jî, Komîsyona Çavdêriya Parlamentoyê jî erkê çavdêriyê digire. Hûn difikirin ku ev mekanîzmaya çavdêriyê têrker e? Şefafî û berpirsiyariya pêvajoyê çawa dikare were misogerkirin?

Di ezmûna pêvajoya 2013 – 2015’an de kêmasiya herî mezin, kêmasiya rêgezên hiqûqî, çavdêrî û kontrola meclisê bû. Lewma di qanûna çarçoveyî de bilêvkirina mekanîzmayên çavdêriyê gelek girîng e. Tê payîn ku di bin banê serokkomariyê û meclisê de 2 komîsyon werin avakirin. Lê belê divê endamên mekanîzmayên kontrol û çavderiyê yekalî neyên diyarkirin. Çiqas pêvajo dualî be û bi diyalogê bimeşe, dê serkeftin jî ewqas pêkan be. Li aliyekî din aktîfbûna meclisê jî ji bo parastin û mîsogerkirina pêvajoyê gelek girîng e. Lewra tenê berpirsiyariya meclisê bi pesendkirina qanûnê xilas nabe. Divê meclis sepandina qanûnê bişopîne û dê çi gavên demokratîk werin avêtin, ji bo van jî bernameyeke zelal saz bike. Lewra mîsogeriya herî xurt, bi gavên hiqûqî û beşdariya civakê dê were avakirin.

Pêşniyar dibêje ku ev ne çareseriya dawîn e, lê çarçoveya qanûnî ya destpêkê ye. Li gorî we, ji bo ku çareseriya demokratîk piştî vê rêziknameyê pêş bikeve, divê çi gavên qanûnî û siyasî werin avêtin?

Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bi salan e dixwaze ku pirsgirêka Kurd ji zemîna pêvçûn û şer derbasî zemîna hiqûqê bike. Jixwe bi banga xwe ya dîrokî û bipêşxistina pêvajoyê gotina xwe anî cih. Niha dem dema ku li ser zemîna demokratîk avakirina civaka demokratîk, geşkirina yekitiya neteweyî û bipêşxistina têkoşîna wekheviyê ye. Eger civak li gava ewilîn ku bi qanûna çarçoveyî tê avêtin, bi awayekî xurt xwedî derkeve em ê derbasî qonaxa duyemîn bibin. Her ku zemîna siyaseta sivîl xurttir bibe, dê pêşiya gavên din ên demokratîk jî vebin.

Di serî de divê qanûna çarçoveyî demildest adilane û bi lezgînî were sepandin, bi awayekî hiqûqî şert û mercên xebat û ragihandinê yên birêz Ocalan werin peydakirin. Rewşa girtiyên nexweş were çareserkirin û dawî li rejima qeyûman were anîn. Dûvre hemû astengiyên li pêş azadiya ramanê û birêxistinbûnê werin rakirin. Divê ji bo bipêşxistina demokrasiya herêmî û zimanê kurdî gavên şênber werin avêtin. Di dawiya dawîn de hemwelatiya wekhev û pirrengiya civakê bi makezagoneke demokratîk were mîsogerkirin. Bêguman ev dê bi qanûnekê an di demekî kin de pêk neyên. Lê piştî qanûna çarçoveyî li Lijneya giştî ya meclisê hat pesendkirin, berpirsiyariya siyaseta demokratîk jî dê zêdetir bibe. Jixwe em jî ji bo vê yekê amade ne û xwe bawer in.

(bb)

ANHA