Li deverên berfireh ên Sûriyeyê lehî rabûn

Li deverên berfireh ên Reqa, Hesekê, Dêrazor, Hums, Hema û Helebê lêmişt û lehî rabûn.

Li deverên berfireh ên Sûriyeyê lehî rabûn
28 cotmeh, 2026   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li deverên fireh ên Reqa, Hesekê, Dêrazor, gundewarên Humsê, Hema û Helebê baran, brûsk, zîpik û bayekî xurt hebûn, di encamê de lêmişt û lehî çêbûn, hejmarek rê hatin qutkirin.

Gerînendetiya Meteorolojiyê hişyarî da ku baranên gur tevî brûsk dê berdewam bikin, her wiha da zanîn ku girseyên hewayî yên baranbar dest bi gihîştina Dêrazorê kirine û nêzîkî parêzgeha Hesekeyê dibin.

Gerînendetiyê diyar kir ku pêla lêmişt û lehiyan hejmarek dever ji gundewarê rojhilatê Helebê, heta bi Reqa û beyarê bakurê dan ber xwe û bangên hewariyê ji herêmên zirar ji ber bilindbûna rêjeya avê û hêza lehiyê kirinj.

Gerînendetiyê texmîn kir ku dê baran li deverên peravê, bakurê rojava, bakur, naverast û herêma Cizîrê bibare.

(f)