Li gundewarên Til Temir û Minbicê ji ber teqîna mayînan zarokek mir 9 kes birîndar bûn

Li gundewarên Til Temir û Minbicê di du teqînên mayînan de zarokek mir û 9 kes birîndar bûn.

Li gundewarên Til Temir û Minbicê ji ber teqîna mayînan zarokek mir 9 kes birîndar bûn
30 cotmeh, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên rojavayê Til Temrê, Yûsif Taha Îbrahîm ê 14 salî dema ku mayînek li nêzî sîloyên genim ên gundê Umm El Keyf teqiya, mir. Her wiha 2 zarokên din ên bi navê Şakir Qasim Îbrahîm ê 14 salî û Mihemed Qasim Îbrahîm ê 12 salî birîndar bûn.

Li gundê Şaş El Bubna yê li gundewarên Minbcê, rojhilatê Helebê, di encama teqîna mayînekê de 2 kes birîndar bûn.

(k)

ANHA