Tevgera Nûjen a Kurdistanî daxwaza misogerkirina xebatên partiyan kir

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyeyê Mihemed Zîdo da zanîn ku divê ji bo partiyên siyasî yên li Sûriyeyê bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin guhertinên qanûnî pêk werin, divê jiyanan siyasî were aktîfkirin, nêrîna kurdî were yekkirin û lêvegereke siyasî ya kurdî were avakirin.

Tevgera Nûjen a Kurdistanî daxwaza misogerkirina xebatên partiyan kir
22 cotmeh, 2026   05:37
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Têkildarî pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê, bangên têkildarî veguhertinên qanûnî yên girêdayî azadiya xebatên partiyan, pêşxistina beşdariya hêzên siyasî di siberoja welat de, girîngiya yekkirina nêrîna siyasî ya partiyên kurdî û misogerkirina mafên gelê Kurd li Sûriyeya nû, endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyeyê Mihemed Zîdo ji ajansa me re axivî.

Mihemed Zîdo bal kişand ser rewşa partiyên siyasî yên Sûriyeyê û got: “Di dema rejîma Basaê û hikumeta malbata El Esed de, di nava salên ku ew Sûriyeyê hikum dikir de, rê nehat dayîn ku partiyên siyasî xebatên xwe bi awayekî azad pêk bînin, zextên siyasî, aborî, nemisogerkirina mafê destûrî û qanûnî hebû, di encamê de partiyên siyasî bi rola xwe ya rastî ji bo civakê ranedibûn. Vê hişt ku rola partiyan di milê siyasî û civakî de jî di asteke kêm de bimîne û vê bi awayekî neyînî bandor li jiyana siyasî ya Sûriyeyê kir.”

Mihemed Zîdo wiha pê de çû: “Piştî hilweşîna rejîma Beşar El Esed, Sûriye derbasî qonaxeke nû bû, ji bo vê qonaxê pêwîste rê bê dayîn ku partiyên siyasî derfetekê ji bo rola xwe di nava civakê de bilîze bi dest bixe û beşdarî jiyana siyasî bibe, lê mixabin heta vê kêliyê jî ti guhertin çênebûye, zîhniyeta hikumeta veguhêz a heyî ti guhertinên qanûnî ji bo ku partî xebatên xwe bi awayeke azad pêk bînin, pêşkêş nekiriye, li aliyeke din pirsgirêkeke din di nava civaka Sûriyeyê de heye, hîn jî li ser asta neteweyî, olî û siyasî hev û du neqebûlkirin heye, ev dibe asteng ji bo avakirina jiyaneke siyasî ya pirreng û rêzdariya li hemberî cudahiyê, ev rewş bi hacetî xebata guhertina zîhniyetê ye.”

Têkildarî pêşxistina Sûriyeyê Mihemed Zîdo da zanîn ku nûkirina jiyana siyasî û aktîfkirina rola partiyan ji bo ji nû ve welat bê avakirin û pêşketina di warê siyasî, aborî û perwerdeyê de esasek e.

Mihemed Zîdo destnîşan kir ku divê ji bo partiyên siyasî rê bê dayîn ku di nava civakê de xebateke heqîqî bide meşandin, bername û projeyan li gorî pêdivî û berjewendiyên şêniyan pêşkêş bike.

Mihemed Zîdo diyar kir ku rola partiyên siyasî ne tenê şiklî ye, divê ew partî bikarin nerînên zelal û planên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê pêşkêş bikin, nebûna rêkarên cidî ji bo aktîfkirina xebatên partiyan û paşguhkirina partiyan, dûrxistina wan a ji jiyana giştî dê bandorên neyînî di siberojê de bi xwe re bîne.

Mihemed Zîdo da zanîn ku domandina vê rewşê dê Sûriyeyê bike weke qonaxa beriya niha, ev metirsiyên li ser jiyana siyasî, civakî û aborî zêde dike, partiyên siyasî temsîla yek ji wesîleyên esasî yên ku gel pê nerîna xwe ji bo hikumetê parve bike, dike.

Mihemed Zîdo destnîşan kir ku Sûriye niha di qonaxa veguhêz re derbas dibe, ev qonax bi hacetî çalakkirina tevgera siyasî û ji nû ve aktîvkirina rola wê ye, divê bi taybet ji hêla qanûnî ve rê li ber xebatên partiyên siyasî bê vekirin, ji misogerkirina mafê wê yê xebatê, pergal û beşdariya siyasî zagonsaziyên zelal bên danîn, her wiha ew qanûn bi rêya Meclisa Gel bên girtin û di destûrê de bên bicihkirin.

Der barê partiyên siyasî yên Kurdan de jî Zîdo got: “Ev dozeke xwedî girîngiyeke mezin e, vekirina rêya xebatên partiyên siyasî yên kurdî bi awayeke azad, dayîna wê çarçoveyeke qanûnî li gorî taybetmendiyên gelê Kurd û mafê wê yê neteweyî û siyasî, mijareke esasî ji bo avakirina Sûriyeya nû ya li ser naskirina pirrengiyê û rêzdariya li hemberî hemû pêkhateyan e, ji bo ku em bighêjin vê xalê divê xebatên birêxistinkirina hevdîtinan û diyaloga di navbera partiyên kurdî de pêk werin, li aliyeke din nerîna siyasî were yekkirin.”

Zîdo wiha dom kir: “Civîna 26`ê Nîsanê ji bo yekkirina nêrîna kurdî gelekî girîng bû, ew di pêvajoya nêzîkbûnê û koordîneya di navbera hêzên siyasî gaveke girînge, divê mîna van civîn û kongreyan bidomin, pê re jî lêvegereke siyasî kurdî li Rojava û Sûriyeyê bê avakirin.”

(sb)

ANHA