Hevserokê KNK’ê Karamûs: Amadekariya civîneke taybet ji bo serlêdana NY’yê tê kirin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs bal kişand ser biryara ku di Civata Giştî ya KNK’ê ya 24’emîn de hatibû dayîn û got “Di nava çend mehan de em ê civîneke berfireh ji beşdarbûna hemû partî û rêxistinan çêkin. Wê li ser biryara KNK’ê ya serlêdana qebûlkirina statu û statuya çavdêriyê ya gelên bêdewlet ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê qebûlkirin. Wê ev mijar tenê were nirxandin.”

Hevserokê KNK’ê Karamûs: Amadekariya civîneke taybet ji bo serlêdana NY’yê tê kirin
12 tîrmeh, 2026   10:40
DOGAN CÎHAN

Di 6 û 7’ê Hezîranê de li bajarê Venlo yê Hollandayê bi dirûşma “Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk” Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya 24’emîn hat lidarxistin. Di kongreyê de biryarên girîng ên stratejîk hatin dayîn. Biryareke ku bal kişand û derket pêş ev bû ku wê KNK nameyekê ji rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişîne ku gelê Kurd wek neteweyek bêdewlet bê naskirin û bi Statuya Dewleta Çavdêr li Neteweyên Yekbûyî bê temsîlkirin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs têkildarî biryarên hatine dayîn û bi taybet biryara ku ji bo statuya gelê Kurd serî li N’yê were dayîn û pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de ku di demên dawîn de li Rojava derketine, ji ajansa me re axivî.

‘DI CIVÎNÊ DE TENÊ XALA SERLÊDANA NY’YÊ DÊ WERE NÎQAŞKIRIN’

Ehmed Karamûs da zanîn ku biryara ji bo serlêdana NY’yê amadekariyên civîneke taybet dikin û wiha domand: “Ev projeyeke neteweyî ye, projeya hebûna gelê Kurd e. Di nav çend mehan de em ê civîneke berfireh ji beşdarbûna hemû partî û rêxistin an re çêbikin. Em difikirin ku civîn ji 350 heta 500’î kesî amade bibe. Wê di civînê de yek xal wê were nîqaşkirin. Li ser biryara KNK’ê ya serlêdana qebûlkirina statu û statuya çavdêrî ya milletên bê dewlet ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê re qebûlkirin.”

Karamûs, aloziya dawî ya di navbera partiyên siyasî yên Rojava de nirxand û got: “Ji destpêkê gelê Kurd bi yekrêzî, bi hişmendiyeke neteweyî ku karibin bi parastina hevpar ên bi hevre tevbigere û stratejîkeye hevpar a neteweyî ku karibe berjewendiyê gelê Kurd biparêze ku karibûna li hev bikirina, pê re durust û samîmî bûna evana bixistana jiyanê wê li Rojava ev trajediyên bi vî rengî nejiyaya. Em bang dikin ku her çendî dereng be jî hemû hêzên Rojava demildest bi hev re tev bigerin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê konferansa xwe ya dawîn kir. Hûn encamên vê konferansê çawa dinirxînin? Atmosfera civînê çawa bû û çi biryarên stratejîk hatin dayîn? Ji bo bicihanîna van biryaran KNK’ê çi plan û mekanîzmayên xebatê amade kirine?

Rewşa siyasî, jeopolîtîk, jeostratejîk û şerê ku li Rojhilata Navîn bi rê ve diçe, şerekî cîhanê yê sêyem e ku di navenda vî şerî de û van gengeşî, alozî û kêşeyên ku li tevahiya heremê, Kurdistan navenda vê nakokiyê de ye. Ji ber vê yekê me Civata Giştî ya 24’emîn ne wekî kongreya ku pirs û pirsgirêkên di nava xwe de şîrove, nirxandin, analîz û biryara bide. Ji milê terkîba amadekariyê de Civata Giştî ji milê beşdarbûnê ve ku endam û delegeyên kongreyê ku beşdarî vê Civata Giştî bûn, hejmareke berfireh ji akademîsyenan, siyasetmedaran, kesayetiyên bi taybet me destnîşan kiribûn û me vexwenddibûn Civata Giştî, di heman demê de veguherî şêwireke nîştimanî. Mebesta me ev e ku ev bibe şêwira ku ev rewşa em hemû bi hev re hem di asta çar beşên Kurdistanê de hem di asta Kurd û kurdistaniyên diasporayê temsiliyetên wan hebe, vê rewşê bi hev re binirxînin.

Li ser van mijaran nirxandin, analîz, nîqaşên gelekî berfireh hatin kirin. Di çarçoveya nirxandin, analîzên siyasî de û rewşa Kurdistanê li gel rîsk û derfet li pêş me ne.

Eger derfeta em bidin alîyekî rîskên ku gelê Kurd asta her çar beşan û dîasporayê rû bi rû ye, gelekî berfireh e. Ji ber vê yekê me girîngiyeke taybet da vê Civata Giştî ku ev mijar bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Di vî warî ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd mijara herî serekeye Yekrêzî û Hevahengiyeke Kurdistanî bête peyda kirin.

Pêwîst e em van risk û derfetên ku heyî, dibînin, em çareseriyê di Yekrêziya Kurd de dibînin. Eger Kurd derfetên di asta çar beşên Kurdistan û dîasporayê de hemû waran de li ber çavan bigire, li gor min pêwîstiya vî ev e.

Ji bo vî jî pêwistiya me ku biryarek hatiye girtin, Konferanseke Nîştîmanî ku bête lidarxistin. Niha hemû xebatê me ji bo zemîna avakirina lidarxistina konferansekî bi vî rengî ye.

Di konferansê de yek ji armancên sereke ew bû ku statuya gelê Kurd di Neteweyên Yekbûyî de were naskirin, wê serlêdan were kirin. Ji wê demê ve li ser vê mijarê çi gav hatine avêtin? Hûn çi plan û hewldanên dîplomatik an siyasî dikin?

Yek ji hîmên sereke ku ev qonaxa ku em tê de ne pirsgirêka Kurd ku wergeriyaye bûye pirsgirêkekî navdewletî êdî ji beşekî dewletê tenê derketiye. Pêwîste Kurd bi hebûna xwe, hejmara xwe di asta navdewletî jî de statuyek wê yên naskirî hebe. Ev statu jî projeyek ji alî komîsyona karên derve yên KNK’ê ve hatibû amadekirin ku serlêdana Neteweyên Yekbûyî bike ku statuyeke çavdêrî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî were qebûlkirin. Biryarek bi vî rengî jî hate girtin.

Ev biryarek stratejîk û siyasî ye. Em girîngiyek taybet didin vê biryarê. Di vê çarçoveyê de komîsyonek taybet ku ji kesayetiyên cur be cur ku di asta siyasî, diplomatîk, hiqûqnasên di qanûnên navdewletî de pispor, kesayetiyên di peymanan de şareza ku di hemû şert û mercên serlêdanê de karibe amade bibe û karibe jê re kar û xebat bike, heye. Ev komîsyon niha tê berfirehtir kirin. Ji bo kar û xebatekî wiha bes serlêdan an bi nameyeke pêşkeşkirina projeyeke tenê têr nake.

Emsalên di vê babetê de jî gelekî kêm e. Heta niha li yek welatî ku ev statu ji wan re hatiye pesindkirin ew jî gelê Fîlîstîn e. Mijara gelê Kurd yê nifûsa xwe de, jî alî erdnîgariya, hem girîngiya jeopolîtîk de hem jî ji alî jeostreatejîk de hebûna Kurd li Rojhilata Naverast faktorekî gelekî girîng e. Kat bi kat girîngiya wê û çareseriya wê hebûn û qebûlkirina nasnameya wê hem ji erdnîgariya xwe ve hem jî nifûs, dîrok, têkoşîna xwe de ji ya tevgera Fîlîstîn hîn berfirehtir û mezintir e. Gelê Kurd nifûsa herî mezin di navdewletî de bê statu û bê nûner e.

Ji bo serlêdan û qebûlkirina statuya gelê Kurd di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de em pêngavek stratejîk, dîrokî û girîng dibînin. Hemû partî, rêxistin, kesayetên çar beşên Kurdistanê û diaspora pêwîste piştgirî bidin KNK’ê. KNK jî hewl dide ku vê komîsyonê û kar û xebatê wî berfirehtir bike. Di demên pêş de komîte û komîsyonên cuda em ê avabikin.

Ev projeyeke neteweyî ye, projeya hebûna gelê Kurd e. Di nava çend mehan de em ê civîneke berfireh ji beşdarbûna hemû partî û rêxistin an de çêbikin. Em difikirin ku civîn ji 350 heta 500’î kesî amade bibe. Wê di civînê de yek xal wê were nîqaşkirin. Li ser biryara KNK’ê ya serlêdana qebûlkirina statu û statuya çavdêrî ya milletên bê dewlet ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê re qebûlkirin. Wê ev mijar tenê were nirxandin.

Li Rojava pêvajoyeke siyasî ya girîng dimeşe û partiyên Kurd hewl didin li hember Şamê bi helwesteke hevpar tev bigerin. Lê heta niha yekitiyeke siyasî ya xurt nehatiye avakirin. Hûn sedemên vê lawaziyê çi dibînin? KNK ji bo nêzîkbûna partiyên Kurd û avakirina yek helwesteke siyasî li Rojava çi rol û xebatê pêk tîne?

Di destpêka salê de tiştê ku hat serê gelê Kurd em wek trajediyek dibînin. Di vî warî de lazim e em objektîf û rasyonel bibin. Meseleya Rojava, gelê Kurd bedelekî gelekî mezin da. Bi hezaran cangorî û gazî dan. Koçberî çêbû, trajediyên civakî çêbûn. Emsalên Rojavayê Kurdistanê derfetên ku me bidestxistibû bi bedelên gelekî mezin çê bibû lê mixabin konjoktura siyasî li heremê û yê dewletî de rewşeke wiha anî holê ku gelê Kurd rû bi rû trajediyên nû werin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê di yekrêziyê de gelê Kurd karibin ji wan trajediyên ku bi serê wan de hat û pirs û pirsgirêkên li pêşiya wane û bi berpirsyariya neteweyî, hişmendiya nasnameya nîştîmanî û hebûna xwe wek netew bi heqîqet tevger, partî û rêxistinên siyasî bi wê berpisyasiyê tevnegeriyan.

Di 26’ê Nîsana 2025’an de Konferanseke Nîştîmanî hate lidarxistin. Biryarên ku li wir hatin dayîn, helwesta ku li wir derket, hêvî û vîzyoneke gelekî berfireh da gelê Kurd. Esas ew dikarîbû bibe sebeba ev hişmendiya ku konferans pê re serwer bibe, lê encamên wê konferansê ku derketin hole, lê mixabin partî, rêxistinên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê, rexneyên me yên taybet li hember wan hene ku bi wê berpirsyariyê tev nagerin. Erkên nîştîmanî, hizbên bi vî rengî ku tev digerin, ew biryarên hatibû dayîn paşguh kirin. Her kes niha bi serê xwe tev digere. Ji ber vê yekê alozî, gengeşî û trajediya ku li Rojava bû ev mentalîte û zîhniyet bi vî rengî tev digerin, hate pêş. Ji destpêkê gelê Kurd bi yekrêzî, bi hişmendiyeke neteweyî ku karibin bi parastina hevpar ên bi hev re tev bigere û stratejiyeke hevpar a neteweyî ku bikare berjewendiyê gelê Kurd biparêze ku karibûna li hev bikirina, pê re durist û samîmîbûna van bixistana jiyanê, wê li Rojava ev trajediyên bi vî rengî nejiyana. 

Li Rojavayê Kurdistanê ew di nava xefletekê de ne. Pirsên neteweyî û nîştîmanî paşguh dikin. Berjewendiyên komî, hîzbî, kesayetî derdikevin holê ku ne layiqê berdêlên ku gelê Kurd daye ne. Em bang dikin ku her çendî dereng be jî hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê demildest bi hev re tev bigerin.