124 navendên dewleta Tirk li Sûriyeyê hene

Koçberên Sûriyeyê li bendê ne vegerin gundên xwe yên ku baregehên dewleta Tirk lê ne û bûne sedema astengbûna vegera wan. 124 navendên dewleta Tirk li Sûriyeyê hene.

124 navendên dewleta Tirk li Sûriyeyê hene
13 cotmeh, 2026   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk li gelek herêmên Sûriyeyê xwe bi cih kiriye û nahêle xwediyên resen ên wan gund û erdan vegerin warên xwe.

Li Sûriyeyê 124 baregeh û navendên dewleta Tirk hene. 12 ji wan baregehên leşkerî ne û 112 jî navend in. Dewleta Tirk li 6 parêzgehên Sûriyeyê baregeh û navendên xwe vekirine; 56 navend li Helebê, 51 navend li Idlibê, 9 navend li Reqayê, 5 li Hesekê, 2 li Laziqiyê û yek jî li Hemayê ye.

KOÇBER JI BER LEŞKERÊN TIRKIYEYÊ NIKARIN VEGERIN

Li gorî daneyan, 9 navendên leşkerî yên Tirkiyeyê li Girê Spî û 5 jî li Serêkaniyê hene.

Dewleta Tirk gundên El Ferec, Dawidiyê, El Erîşa, El Menax û El Amiriyê kirine navendên leşkerî, baregehên xwe li wan gundan lêkirine û qedexe kirine ku şêniyên wan gundan vegerin warê xwe.

Li Efrînê jî piştî ku dewleta Tirk 8 salan li gundên Basilê û Çê ma îsal (2026) ji wan her du gundan derket û hîna li gundê Cilbirê, Derwîş û Şêx Xurza Banî de ne.

Hatiye belgekirin ku leşkerên dewleta Tirk hîna ji 8 gundên Efrîn û Serêkaniyê derneketine û li herêma Babê ku dikeve rojhilatê Helebê, gundê El Şêx Nasir û El Şêx Eqîl ji ber baregehên Tirkiyeyê ziyan dîtine.

Bi hezaran koçberên Sûriyeyê li bendê ne ku dewleta Tirk baregeh û navendên xwe ji gundên wan derxe û ew vegerin warê xwe.

MECLISA TIRKIYEYÊ MAYÎNA LI TIRKIYEYÊ DIRÊJ KIR

Meclisa Tirkiyeyê Cotmeha 2025`an pêşniyarê serokatiyê ku hêzên Tirkiyeyê 3 salan li Sûriyeyê û Iraqê bimînin, qebûl kir.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di daxuyaniyekê de got ne diyar e hêzên wan kengî xwe ji Iraq û Sûriyeyê vekişînin û paşvekişandina wan bi aramî û rewşa ewlehiyê ya herêmê ve girêdayî ye.

Her wiha agahî belav bûn ku Tirkiye ji bo pewerdekirina artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku baregehên nû li Sûriyeyê veke. Li gorî agahiyan di Sibata 2025`an serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li hev kiriye.

Dewleta Tirk bi fermî ranegihandiye ku dê li Sûriyeyê ji bo perwerdekirina artêşa Sûriyeyê baregehên nû veke û hinek aliyên Tirkiyeyê got ev mijar ji aliyê Tirkiyeyê ve tê lêkolînkirin.

ÎSRAÎL BAREGEHÊN NÛ QEBÛL NAKE

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî di gotareke ajansa AFP’ê weşandibû, gotibû Til Avîv nema destûr dide ku Îran destwerdana Lubnan û Xezayê bike, Tirkiye jî ya Sûriyeyê bike.

Îsraîlê balafirgeha Ebû El Zihûr 8 caran bombebaran kir, Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî destnîşan kir ku Sûriyeyê destûr dabû hêzên Tirkiyeyê li baregeha hawayî belav bibin û got: "Îsraîl gelek caran şiyarî da Sûriyeyê ku belavbûna hêzên Tirkiyeyê li ser ewlehiya Îsraîlê xetere ye, lê Sûriyeyê paşguh kir."

Navend û baregehên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê bûne sedem ku gelek hêzên derve destwerdana Sûriyeyê bikin û koçberên Sûriyeyê venegerin warê xwe.

(np)

ANHA