Dîroka ku 74 caran ferman dîtine; Şengal

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êrişî civaka Êzidî kir û komkujiyeke tirsnak pêk anî. Di komkujiya Şengalê de bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên kolekirinê hatin firotin. Destdirêjî li sedan jinan kirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin an jî ji ser axa xwe koçber bûn. Heta niha jî 3 hezar jin û zarok winda ne.

Dîroka ku 74 caran ferman dîtine; Şengal
3 tebax, 2026   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Piştî ku aloziya Sûriyeyê ya 2011’an de dest pê kir, çeteyên radîkal bi navê El Qaîde û El Nusra ji valahiya desthilatdariyê sûd wergirt. Di 2012’an de bi taybet li Sûriye û Iraqê, li beşeke fireh a Rojhilata Navîn ev komên çekdar derketin holê û dest bi êrişan, dagirkerî û talanê kir. Bi kiryar û tevgera van çeteyan re DAIŞ’ê xwe îlan kir û dest bi êriş û komkujiyan kir. Êriş û komkujiya herî mezin a DAIŞ’ê jî di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser civaka Êzidî pêk hat. Êzidî vê komkujiyê wek “Fermana 74’an” bi nav dikin.

Êzidî ku Kurd wan wek "Kurdên resen" pênase dikin, bi sedan salan e ji ber baweriya xwe rastî zilm û komkujiyan hatine.

Êzidî, piraniya nifûsa wan li Başûrê Kurdistanê (di nava sînorên Herêma Federal a Kurdistanê-Iraqê de) li navçeya Şengalê ya Mûsilê dijîn. Di navbera salên 906 û 2014’an de bi tevahî 74 ferman anîne serê wan. Êzidiyan di tevahiya dîrokê de ji bo baweriya xwe bedelên giran dane. Rastî êriş û komkujiyan hatine û bi berdewamî ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. Komkujiya Şengalê ya 74’an ne tenê di bîra civaka Êzidî de, di bîra dîroka nûjen de jî wekî yek ji mînakên herî giran ên qirkirin û tawanên li dijî mirovahiyê ye.

DAGIRKIRINA MÛSILÊ BÛ DESTPÊKA KOMKUJIYA ŞENGALÊ

Bingeha komkujiya Şengalê, ku yek ji komkujiyên herî tirsnak ên dîroka nêzîk a Rojhilata Navîn e, dema ku DAIŞ’ê di Hezîrana 2014’an de Mûsil dagir kir, hatin danîn. Çekên giran û alavên leşkerî yên ku li Mûsilê hatin desteserkirin, ku artêşa Iraqê bêyî ku şer bike jê vekişiya, di demek kurt de DAIŞ’ê veguherand yek ji rêxistinên çekdar ên herî bihêz a herêmê.

DAIŞ di 29’ê Hezîrana 2014’an de li Mûsilê “xîlafet” ragihand. Piştî ragihandina "xîlafetê" li Mûsilê, DAIŞ’ê bala xwe da Şengalê; welatê kevnar ê Êzidiyan ku di dîrokê de gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû maye.

KOMKUJIYA KU DI ŞEVA 3’YÊ TEBAXÊ DE DEST PÊ KIR

DAIŞ’ê di şeva 3’yê Tebaxa 2014’an de derdora saet 02:00’yan bi topên hawanê li ser gundên Girzerik û Siba Şêx Xidir êriş dest pê kirin û bi lez li seranserê Şengalê belav bûn. DAIŞ bi pêşdeçûna bi çekên giran, gundan yek li dû yekê hişt. Bi vekişîna hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) re ku ji parastina ewlehiya heremê berpirsyar bûn, bi hezaran Êzidî bê parastin man û bû sedem ku komkujî çêbe.

Ji saetên pêşîn ên komkujiyê ve jin, zarok û kal û pîr bûn hedef. Mêr bi darvekirinên girseyî hatin kuştin, jin û zarok jî dîl hatin girtin.

DI DESTPÊKÊ DE JIN BÛN HEDEF

DAIŞ’ê ev êriş ne tenê wek dagirkeriyeke leşkerî, wek siyaseteke jenosîdê ya bi pergalî bi armanca tunekirina civaka Êzidî pêk anî.

Nêzîkî 7 hezar jin û zarokên Êzidî hatin revandin. Bi hezaran jin rastî destdirêjiya cinsî hatin, li bazarên koleyan hatin firotin, neçar man ku bibin misilman û bi mehan îşkenceyên giran li wan kirin. Hin jinan ji bo ku neyên dîlgirtin, xwe kuşt.

DAIŞ’ê ne tenê mirov, di heman demê de baweriya Êzidiyan jî hedef girt. Perestgeh, ziyaretgeh û cihên îbadetê hatin wêrankirin û deverên pîroz hatin talankirin.

ÇIYAYÊ ŞENGALÊ DI NAVBERA MIRIN Û JIYANÊ DE

Bi hezaran Êzidiyên ku karîbû ji komkujiyê bifilitin, berê xwe da Çiyayê Şengalê. Derdora 390 hezar kesan malên xwe terk kirin. Bi deh hezaran kes bi rojan tî û birçî û di bin tava nefesê diçikîne de têkoşîna jiyanê kir.

Di rêya çiyê de gelek zarok, pîr û kal û nexweşan jiyana xwe ji dest da û li ber çavê cîhanê trajediyek hat serê Êzidiyan.

KORÎDORA KU VEBÛ BI HEZARAN ÊZIDÎ RIZGAR KIRIN

Li Şengalê dema ku êriş û komkujiya DAIŞ’ê didomiya, cara yekem hêza ku xwe bi hawara Êzidiyan de gihand ji Rojava hêzên YPG û YPJ’ê bûn. Piştî êrişê DAIŞ’ê ser Şengalê di demeke pir kurt de ji xeta Til Koçer hêzên YPJ û YPG xwe gihand Şengalê. Piştî êriş û komkujiya DAIŞ’ê li ser Êzidiyan, KCK jî biryar da ku Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo parastina Şengalê mudaxale bike. KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hêzên xwe bi hawara Êzidiyan de şandiye Şengalê. Hêzên parastina cewherî jî demildest ketin nava hewldana xwebirêxistinkirinê û kesên sîvîl ku li Çiyayê Şengalê asê mabûn, ji bo wan korîdora mirovî vekin, ketin nava tevgerê.  

Bi saya vekirina korîdora mirovî derdora 150 hezar Êzidî bi awayek ewle ber vî bakur û Rojava hatin veguhestin. Di heman demê de bi hezaran Êzidî jî xwe rêxistin kirin û li hember êrişên DAIŞ’ê tevlî berxwedanê bûn.

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ FIKRA XWEPARASTINÊ ÇÊBÛ

Komkujiya Êzidiyan li Şengalê bi navê Fermana 74’an li dîrokê hate nivîsandin. Lê bi vî re di nava Êzidiyan de fikra xweparastinê çêbû. Ev komkujî ji bo Êzidiyan bû destpêka xwe rêxistinê jî.

Piştî komkujiyê di 6-7’ê Tebaxa 2014’an de bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hêzên xweparastinê hatin avakirin û her dû hêz jî li cîhanê bûn sembola xweparastina Êzidiyan.

Hêzên xweparastinê ku hatin avakirin li Şengalê di warê ewlehiyê pêkanîn de rol û mîsyonekî diyarkirî lîst. 

PIŞTÎ BERXWEDANEKE DÎROKÎ ŞENGAL HAT RIZGARKIRIN

Hêzên parastina cewherî ya Êzidiyan, HPG-YJA STAR, YPG û YPJ bi hev re li hember DAIŞ’ê salekî zêdetir têkoşîn kir. Cih cih peşmerge jî alîkarî da. Piştî berxwedaniya dîrokî ya ji salekî zêdetir di 13 Mijdara 2015’an de bi operasyona paqijkirinê ya dawî Şengal bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgar kirin.

Bi rizgarkirina Şengalê ve di nava salan de bi hezaran malbatên koçber vegeriyan ser axa xwe. Bi sedan jin û zarok ji destê DAIŞ’ê hat rizgar kirin. Lê hîn jî li heremê şopên komkujiyê û wêrankirinê heye.

CÎHANÊ KOMKUJÎ QEBÛL KIR

Komkujiya ku li Şengalê hat serê Êzidiyan di demeke kurt de kete lîteratura hîqûqa navneteweyî.

Rapora Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya 15’ê Hezîrana 2016’an destnîşan kir ku êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan "qirkirin" in. Di raporê de kuştinên bi pergalî, koletiya cinsî, guherîna bi zorê ya ola xwe û revandina zarokan, bi hûrgilî hatine destnîşankirin.

Piştî salên komkujiya Şengalê di serî de Almanya li gelek welatên dîtir derbarê endamê DAIŞ’ê de di bin sûcdariya qirkirinê de doz hatin vekirin.

BÎLANÇOYA KOMKUJIYÊ GIRAN BÛ

Li gorî daneyên fermî ku hatine parvekirin:

* Herî kêm 2213 Êzidî hatin kuştin.

* Zêdetirî 390 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn.

* Nêzîkî 7 hezar jin û zarok hatin revandin (nêzîkî 4 hezar ji wan kesên ku hatine revandin hatine rizgarkirin).

* Nêzîkî 3 hezar jin û zarok hîn jî winda ne.

* Herî kêm 12 gorên komî hatine dîtin.

* 68 cihên pîroz hatine texrîbkirin.

DI DÎROKÊ DE KOMKUJIYÊN HATINE SERÊ ÊZIDIYAN

Di dîrokê de komkujiyên ku hatine serê Êzidiyan wiha ne: 

* Di sala 906’an de, Waliyê Mûsilê Hemedanî, hezar malbatên Êzidî yên ku Îslam qebûl nekirin, qir kir.

* Di sala 1254’an de, Begê Mûsilê Bedreddîn Lûlû, êrişî herêma Şexan kir û bi hezaran Êzidî qetil kir.

* Di sala 1221’an de, Şêx Hesen hate revandin û îdamkirin. Dema ku Êzidî vekişiyan herêmên çiyayî, cihên wan ên pîroz hatin şewitandin û talankirin.

* Di sala 1415’an de, Misilmanên ku li kêleka Êzidiyan dijiyan li gorî baweriyên xwe ew komkujî kirin.

* Di navbera salên 1640 û 1641’an de, artêşek ji 70,000 kesî di bin fermandariya Waliyê Osmanî yê Dîyarbekirê Melîk Paşa de, êrişî Şengalê kir û Êzidiyan komkujiyê de derbas kirin.

* Di salên 1647-1648’an de, artêşek di bin fermandariya Waliyê Osmanî yê Wanê de Şemsî Paşa de êrişî Şexanê kir û Êzidiyan qetilkirin. Şêx Mîrza hate dîlgirtin û îdamkirin.

* Di sala 1715’an de, Waliyê Osmanî yê Bexdayê Hesen Paşa, êrişî Şengalê kir, Êzidiyan qetilkir û rêveberiya herêmê da Erebên Bedewî.

* Di salên 1733-34’an de, Paşayê Osmanî Ahmet Paşa li herêma Şengalê komkujiyek anî serê Êzidiyan.

* Di salên 1752-1753’an de, hêzên di bin fermandariya Paşayê Osmanî Suleyman Paşa de êrişî Şengalê kirin û gelek Êzidî qetilkirin. Hêzên Osmanî, ku gund û cihên pîroz ên Êzidiyan wêran kirin, bi qasî du salan li Şengalê man.

* Di navbera salên 1767-68’an de, Waliyê Osmanî yê Mûsilê Emîn Paşa, artêşek da kurê xwe û fermana komkujiyek li Şengalê da.

* Di navbera salên 1770-71’an de, dema ku Emîr Bedax ê Şêxan li dijî desthilatdariya Osmanî li ber xwe da, li Şêxanê komkujiyek pêk hat.

* Di salên 1773-74’an de, Waliyê Mûsilê Emîn Paşa, fermana wêrankirin û talankirina herêma Şengalê da, ku di encamê de komkujî çêbûn.

* Di sala 1779’an de, birayê heman waliyê êrişî Şengalê kir û gelek Êzidî kuştin.

* Di sala 1785’an de, Waliyê Osmanî yê Mûsilê Abd El Baqî, êrişî Êzidiyên Dennendî li rojhilatê Çemê Dîcle kir.

* Di navbera salên 1786-87’an de, Çolo, Emîrê Şêxan, li hember Waliyê Amêdiyê li ber xwe da; piştî têkçûna Çolo, Êzidî rastî komkujiyan hatin.

* 1789-90: Eşîra Tayy a Ereb a Bedewî êrişî Şêxan kir û komkujî pêk anîn.

* 1790-92: Eşîra Tayy êrişî herêma Şengalê kir.

* 1792-93: Waliyê Mûsilê Mihemed, fermana şewitandin û wêrankirina 8 gundên Êzidî yên li herêma Şengalê da.

* 1793-94: Waliyê Mûsilê Mihemed, dîsa êrişî Şengalê û Mihirikan kir.

* 1794-95: Hêzên di bin fermandariya Suleyman Paşa de, ku ji Bexdayê hatine şandin, herêma Şengalê şewitandin, wêran û talan kirin.

* 1799-1800: Ebd el-Ezîz Beg, ji ​​Bexdayê bi alîkariya Tayy Bedewiyan û her wiha eşîrên Ereb ên Obeyd û Hemdan, 25 gundên Êzidî li Şêxanê şewitandin û wêran kirin.

* 1802-1803: Waliyê Mûsilê Elî Paşa, êrişî Şengalê kir. Di vê dorpêçkirin û êrişa mehane de, bi dehan Êzidî hatin qirkirin, erdên çandiniyê hatin wêrankirin, û dar hatin birîn an şewitandin.

* 1809-1810: Waliyê Bexdayê Silêman Qatil, bi hêzek di bin fermandariya efser Huseyîn Dublayin de, êrişî Şengalê kir, gund talan kir û komkujiyek mezin li ser Êzidiyan pêk anî. 

* 1832: Mîrê Botanê Bedirxan Beg, êrişî herêma Şexanê kir. Gelek Êzidî hatin qirkirin. Êzidiyên ku hewl didan ji Şexanê birevin Çiyayê Şengal li nêzîkî Çemê Dîcleyê ketin kemînê û hatin kuştin; gelek kes jî dema ku hewl didan ji avên dijwar ên Dîcleyê derbas bibin xeniqîn. 12 sal şûnde, Bedirxan Beg vê carê êrişî Êzidiyên Turabdîn, anku Midyadê kir û ew neçar kir ku bibin misilman. Yên nebûn hatin qetilkirin.

* 1832-33: Mîr Muhemmed Rewanduzî êrişî Êzidiyên herêma Akrê kir. Wî her wiha Êzidiyên herêma Zapa Jorîn qetilkir. Paşê, di sala 1834’an de, êrişî herêma Şengalê kir, komkujiyek pêk anî û ji ber ku Mîr Elî Beg red kir ku bibe misilman, îşkence lê kir û kuşt.

* 1836: Waliyê Diyarbekirê Reşîd Paşa, bi artêşeke ji 40 hezar kesan pêk dihat ku di nav wan de Kurdên Misilman ên hevkar jî hebûn, êrişî Êzidiyan li rojhilatê Dîyarbekirê û Xerzanê kir, piştre êrişî Cîzre, Tel Afer û Şengalê kir. Di vê êrişê de bi hezaran Êzidî hatin kuştin, û bi sedan jî dîl hatin girtin û neçar man ku wek koleyan bixebitin.

* 1838: Vê carê, Hafiz Paşa, ku li şûna Reşît Paşa hatibû, bi armanca girtina wê êrişî Şengalê kir. Mêrên Êzidî hatin qirkirin, jin û zarok dîl hatin girtin û anîn Dîyarbekirê.

* 1846: Di Cotmehê de, Waliyê Mûsilê Tayyar Paşa, êrişek li ser Şengalê da destpêkirin, gelek gund şewitandin û wêran kirin.

* 1853-1856: Di Şerê Osmanî-Kirimê de, bi sedan Êzidî ji Sêrt û herêma sînor ên ku piştgirî dan Yezdan Şer, ku serhildan da destpêkirin, hatin qirkirin; piraniya wan neçar man ku bibin misilman, hin ji wan jî bi rêya bakurê Îranê reviyan Ermenistanê. 

* 1856: Êzidî, ligel hin eşîrên li herêma Çiyayê Dêrsimê, li dijî desthilatdariya Osmanî serî hildan. Piştî ku serhildan têk çû, ew ligel Kurdên Dêrsimê hatin qirkirin.

* 1872: Waliyê Bexdayê Mîthat Paşa, fermanek derxist ku ji Êzidiyên Şexanê dixwaze ku di artêşa Osmanî de xizmet bikin. Êzidî li dijî vê biryarê derketin û gotin ku ew ê qebûl nekin. Rêveberiya Osmanî, ku vê yekê wekî hincetek ji bo serhildanê dît, êrişî Şexanê kir, gundên Êzidiyan şewitandin û wêran kirin.

* 1877: Piştî êrişeke nû li ser Êzidiyên ku li herêmên Amed û Garzanê dijîn, bi qasî 3 hezar Êzidî koç kirin.

* 1879-1897’an, zêdetirî 15 hezar Êzidî an neçar man ku koç bikin an jî sirgûnî Qefqasyayê kirin.

* 1890: Li hember polîtîkayên zilm û zordariyê yên Osmaniyan, li dijî Êzidiyan kampanyayek tunekirinê hate destpêkirin, ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û bi sedan malbat bi darê zorê koçber bûn. 

* 1892: General Omer Vehbî Paşa fermanek derxist ku tê de digot divê hemû Êzidî an bibin misilman an jî olek ku di Quranê de wekî ola rastîn tê hesibandin hilbijêrin, bi vî awayî rê li ber komkujiyek nû ya Êzidiyan vekir. Êzidiyên ku red kirin ku Îslamê qebûl bikin hatin qirkirin. Êriş li Şexan û Şengal hatin kirin.

Piştî van komkujiyan, 14 hezar Êzidî neçar man ku bibin misilman. Yekîneyên di bin fermandariya Omer Vehbî Paşa de êrişî Laleşê li Şexanê kirin, cihên pîroz û gorên li wir wêran kirin. Ala Êzidiyan, digel gelek tiştên din ên pîroz ên bi nirxek dîrokî û olî, hatin desteserkirin û birin Mûsilê. Wekî din, dibistanên Îslamî li Laleşê, cihekî pîroz ê Êzidiyan, hatin vekirin û îbadet û peyva "Êzidî" ya Êzidiyan hatin qedexekirin.

Ala ku birin Mûsilê paşê general Omer Vehbî Paşa bir Stenbolê. Dema ku ev al (Tawisê Melek) di sala 1967’an de ji aliyê neviyê general Omer Vehbî Paşa Tahir Ozçelik ve ji bo mezadê hate danîn, dewleta Iraqê nerazîbûn nîşan da û got "Ev berhema dîrokî ya me ye."

* 1911: Osmaniyan, bi rêya General Faruk Paşa, li ser Êzidiyan, her wiha Ermeniyan, Nestûriyan û Kizilbaşan komkujî pêk anîn.

* 1914-1918: Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, 20 hezar Ermeniyên ku ji komkujiyên Ermeniyan reviyabûn û xwe li cem Êzidiyên Şengalê girtin, radestî leşkerên Osmanî hatin kirin. Di Sibata 1918’an de, artêşa Osmanî, ligel eşîrên Ereb ên Bedewî û eşîrên Kurd ên Misilman, êrişî Şengalê kirin û komkujiyek din a Êzidiyan pêk anîn.

* 1918: Li wir jî êrişî Kurdên Êzidî yên ku ji komkujiyên Osmaniyan reviyabûn û xwe li Ermenistanê girtibû, kirin.

* 1940: Leşkeran êrişî gundê Kiwexe yê navçeya Hezel a Mêrdînê kirin, 29 Êzidî di şikeftekê de girtin û zindî şewitandin. Ev gund paşê sê caran ji aliyê leşkeran ve rastî êrişan hat, di her êrişê de gelek Êzidî hatin kuştin.

* Di Tebaxa 2007’an de Êzidî li Siba Şêx Xidir û Tilezer ên li Şengalê rastî komkujiyeke din hatin. Li gorî hejmarên fermî, nêzîkî 500 Êzidî li wir hatine qetilkirin.

Ev tenê komkujiyên ku dîrokên wan têne zanîn in. Êzidî rastî gelek komkujiyan hatine ku di dîrokê de nehatine tomar kirin. Di demên dawî de, li gorî madeya 140 a Destûra Iraqê, ku di sala 2007’an de hate pejirandin lê qet nehat bicîhanîn, statuya Şengalê diviyabû bi referandûmekê were destnîşankirin. Lê, ev referandûm ji aliyê hikûmeta Iraqê ya wê demê û Serokwezîrê Şîî Nûrî Malikî ve hate asteng kirin.

Civaka Êzidî, ku bi piranî li herêmên Şêxan û Şengalê yên li Başurê Kurdistanê (Herêma Federal a Kurdistanê-Iraqê) û qismî li Ermenistan, Gurcistan, Sûriye û Tirkiyeyê dijîn, di dîroka nêzîk de du komkujiyan dîtine, yek di sala 2007’an de û ya din jî di sala 2014’an de, bi tevahî 74 caran hatine komkij kirin.

Piştî rizgarkirina Şengalê gavên dîrokî yên siyasî ji alî Êzidiyan ve hatin avêtin. Li Şengalê ji bo Êzidî xwe bi xwe rêvebibe di 2015’an de Meclisa Damezrîner a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê hat avakirin. Şengal bi vê piştî komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an û rizgarkirina Şengalê, derbasî qonaxek avakirina saziyên sivîl, îdarî û ewlehiyê yên herêmî bû. Rêveberiya xweser bi rêxistinkirina civakê bi rêya meclis û saziyên xizmetê, li kêlek vî jî bi avakirina hêzên parastina herêmî dest pê kir.

Di salên piştre de Şengal êdî ne tenê wekî aloziyeke mirovî ku têkildarî komkujiyê DAIŞ’ê, wekî rojeveke siyasî û destûrî di nava Iraqê de derket pêş. Êzidî piştî xwerêvebirin û xweparastinê li ser naskirina civaka Êzidî wekî pêkhateyeke esasî ya civaka Iraqê ku xwediyê mafê birêvebirina kar û barên xwe yên heremî û neteweyî disekine. Civaka Êzidî, bi rêya Rêveberiya Xweser, meclisên herêmî û saziyên xwe yên sîvîl di dahatûya Şengalê de dixwaze bi statuya wan a yasayî di nava destûra bingehîn a Iraqê de were naskirin.