Li New Yorkê destdirêjiya li rojnamevanên jin tê kirin hat nirxandin

Di çalakiyeke ku li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hat lidarxistin de, wekî beşek ji Hefteya Jin, Aştî û Ewlehiyê hat gotin ku bi rêya internet û medya dijîtal êrîş li ser jinên rojnamevan zêde bûye.

Li New Yorkê destdirêjiya li rojnamevanên jin tê kirin hat nirxandin
1 mijdar, 2026   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Maria Ressa ya ku xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye û yek ji sazkerên platforma nûçeyan a Fîlîpînî (Rappler) di çalakiya li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê hat lidarxistin de, wekî beşek ji Hefteya Jin, Aştî û Ewlehiyê axivî û got bi darê zorê derxistina rojnamevana jin ji herêmên şer tê wateya li ber vegotina bûyerên li herêmên şer diqewimin, tê girtin. Li herêmên şer destdirêjî li jinên rojnamevan tê kirin û hewl didin ji rûmeta wan kêm bikin û ziyanê bidin xebatên wan. 

Ressa yek ji rojnamevanên jin e ku hatiye girtin û li ser medya dijîtal êrîşî wê kirine. Ressa diyar kir ku li ser medya dijîtal di saetekê de nêzî 90 name jê re rêkirine, gef lê xwarine û got ew bi van êrîşên xwe re hewl didin ku rojnamevanên jin bê deng bikin û heqîqeta ya tê kirin, neyê gotin.

BI RÊYA HIŞÊ ÇÊKER ÊRÎŞ DIKIN

Her wiha di çalakiyê de hat gotin bi rêya hişê çêkirî êrîşî rojnamevanên jin tê kirin. Bi wêne û dengên wan dileyîzin û wan taşîr dikin.

Li gorî daneyên Desteya NY`yî yên jin jinên parastina mafên mirovan dikin, çalakvan û rojnamevanên jin li ser hişê çêkirî destdirêjî li wan tê kirin.

Her wiha di lêkolîneke hevbeş a Desteya NY`yî ya jin û rêxistina UNESCO hat gotin ku sala 2020`an ji sedî 20 li ser internetê êrîşî rojnamevanên jin dihat kirin lê niha ji sedî 75 êrîş çêdibe.

Ressa di nava axaftina xwe de bang kir ku tundiya li ser internetê were çareserkirin, kesên li ser internetê û bi rêya hişê çêkir êrîşî jinan dikin û şîrketên teknolojiya werin cezakirin. Her wiha daxwaz kir ku her tim destek ji bo dezgehên çapemeniyê yên ku jin bi rê ve dibin, were kirin û rojnamevanên jin tev lê nîqaşên li ser aştî û ewlehiyê tê kirin, bibin.

LI AFXANISTANÊ HEJMARA ROJNAMEVANÊN JIN KÊM BÛYE

Her wiha di çalakiyê de rojnamevana Afxanî Hemîda Eman li ser rewşa rojnamevanên jin axivî û got berî tevgera Talîban li Afxanistanê bibe desthilatdar hejmara rojnamevanên jin nêzî 2 hezar û 800 bû lê niha hejmara wan 700 e.

Hemîda Eman di berdewamiya axaftina xwe de got dema destûr didin ku jin jî bibin rojnamevan nayê wateya ku ew rojnamevanên jin dikarin azad bixebitin, her tim wan dişopînin, karê wan asteng dikin û gev li wan dixwin. Saziya me (Radyoya Begum) ji bo demekê girtin û hin ji karkerên me 6 mehan hatin girtin.

Cîgira gerînendeya rêveber a desteya NY`yî ya jin Nyaratzai Gombunzvanda jî got heke hewl tê dayîn ku rojnamevanên jin bê deng bikin, wê demê ew dixwazin jinên ku di bûyeran re derbas dibin bê deng bimînin. Nabe ku li herêmên şer lê heye jin tenê weke qurbanî werin destnîşankirin. Li herêmên şer lê heye jin li pêşiya tundiyê werdigirin û rolê wan di avakirina civakan de heye.

Di çalakiyê de hat raghandin ku herêmên şer lê heye li gorî sala 2013-2023`an hîn zêdetir têne şopandin lê di gotar û nûçeyên wan herêman de tenê ji sedî 5 tecrûbeyên jinan di şer de anîne ziman. Rolê Rêveberên jin di aştiyê de jî rêjeya %0.04 derbas nekiriye.

Gerînendeya beşa Wekheviya di navbera jin û mêr a UNESCO`yê Begoña Lasagabaster got rojnamevanên jin ji dîrokê heyanî niha bandora şeran li ser jiyana sivîlan belge kirine. Birçîbûn, koçberî û di şer de zehmetiyên sivîlan bi lêv kirine. Hewl dane ku civak rewşa sivîlan di şer de têbigihîjin.

LI SÛRIYEYÊ ROJNAMEVANÊN JIN DIBIN HEDEF

Li Sûriyeyê jî nûçegîhana ANHA`yê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Deştan 19`ê Çileya 2024`an dema ku berxwedana bendava Tişrîn dişopandin, şehîd bûn.

Her wiha Sibata 2025`an nûçegîhana NÛJINHA a Helebê Şexef El Omer dema ku nêrîna jinan werdigirt ew tehdîd kirin. Li Şamê jî 17`ê Nîsana 2025`an rojnamevana jin Mirella Ebû Şanab dema xwepêşandana li qada Yûsif El Ezmê dişopand destdirêjî lê hat kirin, telefona wê avêtin erdê û destûr nedan ku çalakiyê zindî bişopîne.

Li gorî raporeke ajansa me weşandî Yekitiya Raghandina Azad (YRA) a Sûriyeyê belge kir ku di sala 2025`an herî kêm 9 rojnamevan hatine kuştin, zêdetirî 15 rojnamevanan birîndar bûne û 11 rojnamevan jî hatine girtin.

PARASTIN Û LÊPIRSÎN

Li ser biryara numera hezar û 325 a Konseya Ewlekariyê ya der barê jinan, aştî û ewlehiyê de 26 sal derbas bûn. Di wê biryarê de hatiye gotin ku rolê jinan di seknandina şeran û gihêştina aştiyê girîng e.

2`ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Bidawîanîna Bicezanamayîna Sûcên li Dijî Rojnamevanan ye, UNESCO`yê jî amadekarî dike ku bi sernavê `Tehdîd zêde dibin, bêceza dimînin` destbi hemleyekê bike.

Di dawiya çalakiyê de Ressa anî ziman ku wêrekiya rojnamevanên jin têrê nake ku werin parastin. Ji bo parastina rojnamevanên jin divê hikûmet, NY`yî û saziyên têkildar garantî bidin ku rojnamevanên jin bi tenê nehêlin û heqîqet were gotin.

(np)