1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi şahiyekê  roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Navnetweyî pîroz kirin .

1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1’ ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
1 mijdar, 2026   15:20
KOBANÊ

Bi durişmeya “ Bi Bîranîna Şehîdên Qehreman, 1’ê Mijdarê, Roja Cîhanî Ya Kobanê Pîroz Be “ gelê Kobanê îro şahiyeke pîrozbahiyê li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê des pê kir, piştre li ser navanê gelê Kobanê Ferhan Hec îsa axivî û ev roja pîroz di serî de li fedakarên berxwedana Kobanê, ku bi berxwedaniya xwe  karibûn bajarê Kobanê ji çeteyên ADIŞ`ê biparêzin û rêzgar bikin her wiha ji pîroz kir û wiha got: " 1 ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ne rojeke bîranînê ya di salnameyê de ye. Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê kobanê li dijî êrişên tarî yên di sala 2014`an de li bajarê Kobanê qewimî û bi ser ket tê nasîn. Bajarê Kobanê bajarê ku îro li seranserî cîhanê bi berxwedaniya xwe ya li hember çeteyên DAIŞ`î ketiye dîroka berxwedanî û rûmetê . "

Ferhan Hec Îsa bi va gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Kobanê bajarê me hemûyan e û pêwîste em xwedî li deskeftiyên berxwedana Kobanê derkevin. "

Li ser navê tevgera jinan hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD ) ê Perwîn Yûsif derbarê pêşengiya jinan di berxwedana Kobanê de axivî û got ; "Berxwedana ku bi pêşengiya jinê gihîşt roja îro, gelek destkefiyên mezin bi xwe re anî. Berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîşandan, ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû sembol. Çeteyan û hevkarên wan pîvan û nirxên mirovahiyê nas nedikirin, jin û zarok qetil kirin û tevahî bajar wêran kirin. Lê bi saya berxwedana şervanên YPJ û YPG'ê berxwedana tunekirina DAIŞ'ê ji Kobanê dest pê kir. "

 Perwîn Yûsif  ev li gotina xwe zêde kir: " Tişê ku îro ji me tê xwastin ku em parastina deskeftiyên şoreşa xwe bikin û bi rihê 1'ê Mijdarî dewam bikin û bigihêjin serkeftinên dîrokî. "

Şahî bi  bernameya hunerî ji aliyê hunermenda kevana Zêrîn Zêrîn Ararat û hunermend Xelîl Can ve berdewam kir .

Şahî bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan azadî û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(C T/k )

ANHA