Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin

Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristî ya parêzgehê, astengiyên rûbirûyî wê, rêbazên piştgiriya xizmetguzarî û pêşxistina bersivdana hewcedariyên tendurisî nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê û nûnera WHO’yê rewşa tenduristiyê nîqaş kirin
1 mijdar, 2026   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya li Sûriyeyê Caroline Clarinval pêşwazî kir.

Parêzgarê Hesekê û nûnera Sûriyeyê ya WHO‘yê rewşa tenduristî ya parêzgehê, astengiyên rûbirûyî wê, rêbazên piştgiriya xizmetguzariyên tibî û pêşxistina bersivdana hewcedariyên tenduristî nîqaş kirin.

 Di civînê de, li kêleka şandeya bi Caroline, Gerînendeyê Tenduristî yê Hesekê Xalid El Xalid, Gerînendeyê Hevkariya Navneteweyî Welîd El Mihemed û endamê Nivîsgeha Rêveber a Beşa Tenduristiyê Cewad Ubeyd amade bûn.

Di hevdîtinê de hewcedariyên girîng ên beşa tenduristî û pêdiviyên guncaw ên pêşxistina wan da ku di başkirina xizmetguzariyên tibî yên ji welatiyan re tên pêşkêşkirin bibin alîkar.

Amadebûyan bal kişand ser girîngiya pêşxistina hevrêzî û hevkariya hevbeş ji bo piştevaniya beşa tenduristî û bersivdana hewcedariyên tenduristiyê li parêzgehê.

(f)