Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê

Xebatên çaksaziyê li Stasyona Elokê ya bajarê Serêkaniyê weke çaksazîkirina xerabbûnan, herikîna avê ji xeta kişandinê ya sereke û pevguhertina hejmarek valveyan li Stasyona Hemê didomin.

Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
Li Stasyona Elokê xebatên çaksaziyê
27 cotmeh, 2026   07:20
HESEKÊ
BOTAN HISÊN-HINAR ÎBRAHÎM

Ajansa ANHA’yê tevî Komîteya Xaça Sor û Rêxistina UNICEF’ê, ji 7 salan ve cara yekemîn e, ji bo şopandina xebatên çaksaziyê yên ku Şîrketa Avê ya Hesekê dike, derbasî Stasyona Elokê bû. Stasyonê bi awayekî demkî heta 5 rojan pompekirina avê rawestandiye û wê piştî xebatên çaksaziyê ji nû ve avê pompe bike.

Şîrketê di navbera 25 heta 29’ê vê mehê pompekirina avê radiwestîne, da ku xebatên çaksaziyê li xeta kişandinê û pevguhertina valveyên li Stasyona Hemê bi dawî bike.

Di gera ANHA’yê ya li stasyonê de, Gerînendeyê Stasyona Ava Elokê Omer Salim diyar kir ku ji bo xebatên çaksaziyê heta 5 rojan pompekirina avê ji bo Hesekê tê rawestandin.

Salim da zanîn ku xerabbûnên di boriyan û xeta kişandinê ya sereke de bandor li mîqdara avê ya pompekirinê û amadekariyan kiriye.

Salim anî ziman ku armanc ji çakasaziyê başkirina xebata pompekirinê û rêgirtina li ber herikîna avê ye û bal kişand ser xebatên zêdekirina hejmara pompeyan.

Li aliyekî din jî Serokê Daîreya Stasyonan a Hesekê Ebduletîf Mihemed jî got rawestandina pompekirinê li stasyonên Elok, Hemê û Ezîziyê ji bo bidawîbûna temenê pêxistinê ya 3 valveyên li stasyona Hemê pêk hat.

Mihemed destnîşan kir ku tîmên pîşesaziyê valveyek guhert û dest bi guhertina 2 valveyên dîtir kir û got xebat ji sedî 50 pêk hatiye û wê roja pêncşemê li gorî bernameya berê av were pompekirin.

Şîrketa Avê ya Hesekê ragihandibû ku ava Stasyona Elokê ji bo vexwarinê bikêrhatî ye.

(f)

ANHA