Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist

Rêxistina Kongra Star a Amûdê di konferansa salê de xebatên xwe yên 2 salan nirxandin, rêbazên pêşxistina xebatê, xurtkirina rola jinan di civakê û navenda biryardanê de nîqaş kirin.

Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist
Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist
Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist
Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist
Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist
Rêxistina Kongra Star a Amûdê konferansa xwe li dar xist
1 mijdar, 2026   21:58
QAMIŞLO

Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê konferansa xwe li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajêr li dar xist. Siyasetmedar Îlham Ehmed, nûnerên Meclisa Gel, Meclisa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel, PYD’ê û saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn

Di konferansê de xebat û çalakiyên 2 salan, zehmetiyên derketine, rêbazên pêşxistina xebatê û xurtkirina beşdariya jinan di tevahî waran de hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamên kongrayê rapora xebatê pêşkêş kir. Di raporê de çalakiyên hatine kirin, rêveçûnên xebatê û astengiyên rûbirûyê bûne, hewldanên xurtkirina rola jinan di warên civakî û rêxistinî de hatin dayîn hatin nirxandin.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan hat pêşkêşkirin û nîqaş û nêrînên beşdaran hatin kirin.

ÎLHAM EHMED: JIN DI AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ DE HEVKARA BINGEHÎN E

Di konferansê de, siyasetmedar Îlham Ehmed guhertinên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê çêbûne, bandorên wan li ser jinan û rola wan di qonaxa bê de şîrove kirin.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku bi hilweşîna rejîma Baas’ê, derketina pergal û îdareyek nû re guhertinên bingehîn di hişmendî û binyada pergala giştî de çêbûn, li kêleka wê jî hêvî û daxwaz li gel jinan û tevahî pêkhateyên civakî der barê siberoja welat de derketin holê.

Îlham Ehmed diyar kir ku li gel jinan nêrîneke zelal ji bo Sûriyeyê heye, armanc û stratejiyên wan ji bo siberojê diyar e û got pêwîst e jin di rêveçûna guhertinê, avakirina Sûriyeya nû û diyarkirina pêşerojê de bibe hevkara bingehîn.

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed banga pêşxistina jinan û girtina rolan di pêşengtî û biryardanê, xurtkirina amadebûna xwe di warên siyasî û civakî de kir.

PÊŞXITINA RÊXISTINÊ Û BERFIREHKIRINA ROLA JINAN

Der barê mijarê de endama Kongra Star Dura Îbrahîm got lidarxistina konferansê li Amûdê werçxereke ji bo berdewamkirina xebatê û pêşketinê ye û serkeftin ji jinan re xwest.

Dura îşaret bi têkoşîna jinan û xebatên wan di komîn û warên cuda de kir û got pêşwîstî bi piştgiriya jinan heye ku şiyanên xwe derxin, berpirsiyarî û cihên pêşengtiyê wergirin û hêzên xwe di performansa erkên xwe de îsbat bikin.

Li aliyekî din jî endama kongrayê Naz Derwîş diyar kir ku armanc ji konferansê veguhastina bo qonaxeke nû ji xebat û pêşxistina rêxistinê ye.

Naz anî ziman ku civakbûyîn bingeha xebata Kongra Star e û divê civak bibe tewareya çalakî û xebatê.

Naz banga berfirehkirian beşdariya jinan di jiyana civakî û pêşxistina çalakiyên wan de li gorî Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinan kir.

Di dawiyê de rêveberiyeke nû ya Kongra Star a ji 3 kesan hat hilbijartin.

(f)

ANHA