KNK a Rojava: Parastina destkeftiyên Kobanê erka hemû Kurdan e

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Rojava bi munasebeta 1`ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê diyar kir ku Kobanê nîşan da ku îradeya gelê rêxistinkirî ji hemû çekên modern û artêşên mezin bi hêztir e, parastina destkeftiyên Kobanê erka neteweyî ya hemû Kurdan e.

KNK a Rojava: Parastina destkeftiyên Kobanê erka hemû Kurdan e
31 cotmeh, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Rojava bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek da.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnertiya Rojava, em bi germî pîrozbahiyê li berxwedêrên Kobanê, malbatên şehîdan, şervanên YPG/YPJ û tevahiya gelê Kobanê û Rojava dikin.

Azadkirina Kobanê ne tenê serkeftineke leşkerî bû, ew bûyereke siyasî û akademîk a dîrokî bû ku xaleke werçerxê di dîroka Rojhilata Navîn û têkoşîna mirovahiyê de çêkir.

Kobanê têkçûna paradigma netewe-dewlet û serkeftina paradigma Neteweya Demokratîk îsbat kir. Li Kobanê, bi pêşengiya jinê, efsaneya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ya ku ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve dihate piştgirîkirin têk bir. Kobanê nîşan da ku îradeya gelê rêxistinkirî ji hemû çekên modern û artêşên mezin bi hêztir e. Kobanê ji cîhanê re got ku Kurd ne tenê dikarin xwe biparêzin, lê dikarin alternatîfek demokratîk ji bo Sûriyeke nû û Rojhilata Navîn a demokratîk jî ava bikin.

Berxwedana Kobanê tezên klasîk ên zanistên siyasî yên li ser têkiliya hêz û rêwatiyê ji nû ve pênase kir. Kobanê di pratîkê de îsbat kir ku teoriya xweparastina rewa û hev-jiyana gelan ne utopya ye, lê dikare bibe rastiyeke zindî. Felsefeya ku Rêber Apo gotibû "Kobanê dê bikeve, Kobanê bû zanîngeha mirovahiyê, ku tê de dersa exlaq, berxwedan û azadiya jinê hate dayîn.

Li Kobanê cîhanê bi çavên xwe dît ku jina Kurd çawa hemû bend û qeydên civaka baviksalarî û kevneperest şikand. Jina Kurd êdî ne qurbana li malê veşartî bû, lê bû fermandar, bû şervan, bû sembola azadiyê. Wê qîrîna azadiyê ya jinên cîhanê berz kir.

Bi wêrekî û baweriyeke bêhempa, jina Kurd a di nava refên YPJ`ê de li dijî hovîtiya DAIŞ`ê şer kir. DAIŞ a ku dijminê hemû jinan bû, ku jin dikirin kol e û di bazaran de difirotin. Jina Kurd bi lehengiya xwe tolhildana her jineke di cîhanê de ku hatiye zordarîkirin, tecawizkirin û kuştin hilda. Ew ne tenê ji bo Kobanê şer nekir, wê ji bo her jinekê di cîhanê de şer kir û parastina rûmeta hemû jinan kir.

Berxwedana Kobanê ji cîhanê re got: Kurd gelê azad e. Em gelê ku serê xwe li ber tu zilm, dagirkerî û koletiyê natewînin. Em ê li ser axa xwe azad bijîn an jî di riya azadiyê de bibin şehîd. Ev peyama bav û kalên me ye û ev soza me ye ji bo nifşên bê.

Ji ber vê yekê azadkirina Kobanê ne tenê azadkirina bajarekî bû, ew azadkirina rûmeta mirovahiyê bû.

Îro em di salvegera azadkirina Kobanê de careke din tekez dikin ku parastina destkeftiyên Kobanê erka neteweyî ya hemû Kurdan e. Yekîtiya neteweyî garantiya mayîndebûna Kobanê ye.”

ANHA