Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê

Rojnamevan, çalakvan û hiqûqnasan di komxebateke der barê bandora koçberiya bi darê zorê ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, zirara ku da aştiya civakî û aborî, bandora wê ya li ser jinan û rola jinan a vegerê. Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
Bandora koçberiya ji neçarî ya li ser aştiya civakî, aborî û jinan bû mijara nîqaşê
31 cotmeh, 2026   15:32
QAMIŞLO

Têkildarî koçberî û edaletê, mafê vegerê, vegerandina mafê koçberan û avakirina aştiyê bi beşdariya rojnamevan, çalakvan, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li bajarê Qamişlo komxebatek hat orgenîzekirin.

Di komxebatê de li ser 2 xalên der barê qurbaniyên koçberiya ji neçarî, bandora wê, avakirina aştiyê û girêdana civakî, bandora koçberiyê li ser jinan û rola wan a di vegerê de nîqaş hatin pêşxistin.

Komxebat bi axaftina bi navê saziyên civaka sivîl a ku komxebat birêxistinkiriye ji hêla Mihyedîn Îso ve dest pê kir, Mihyedîn Îso diyar kir ku komxebat bal dikşîne ser vegera koçberan a bajarê Serêkaniyê, rola saziyên sivîl a xebatên ji bo misogerkirina vegera bi ewle û vegerandina milkên koçberan pêk tê, şêniyên Serêkaniyê hîn jî ji ber koçbera ji neçarî zehmetiyan dibînin, divê xebatên hevbeş bên kirin û rewşeke guncaw ji bo vegerê bê misogerkirin.

XALA YEKEMÎN: EDALETA JI BO QURBANIYÊN KOÇKIRINA BI DARÊ SORÊ

Di beşa yekemîn a xala yekemîn de behsa bandora koçberiya ji neçarî, guhertina demografî, rewşa aborî û civakî ya koçberan, sedema koçberiyên ku li herêmên Sûriyeyê hat dîtin, bi taybet li herêmên Kurdan, dagirkirina bajarê Efrînê, domandina zehmetiyên ku koçberên Serêkaniyê û Girê Spî dibînin hat kirin.

Beşdaran bal kişandin ser rêgirtina ber şêniyan ji bo vegera warên wan, bandora çandî, aobrî û civakî ya kûr ku li pey xwe dihêle, guhertina demografî û rewşa jiyanî ya nebaş, dan zanîn ku berpirsyartiya başkirina rewşê ji bo vegerê ya alî û desthilata heyî ye, divê pê re jî milk û mafê koçberan bê misogerkirin, binpêkirin li dijî koçberan bê rawestandin.

Beşdaran destnîşan kirin ku niştecihên li bajaran dest datînin ser malên şêniyên resen û daxwaza pereyên gelek dikin, ev jî yek ji sedemên ku rê li ber vegera şêniyan digirin.

AVAKIRINA AŞTIYÊ Û GIRÊDANA CIVAKÎ

Di beşa duyemîn a xala yekemîn de beşdaran bandora koçberiya ji neçar li ser aştiya civakî û girêdana civakî, danîn makanîzmeya qanûnî yak u mafê koçberan misoger dike hat nîqaşkirin, beşdarvanan dan zanînku ev zirarê li aboriya herêmî dike, ji ber êrişên leşkerî jî zirar dighêje sektorên berhemdayînê, hebûna DAIŞ`ê li ser herêmê hişt ku gelek kargeh werin girtin.

Beşdervanan destnîşan kirin ku xerabbûna rewşa aborî û civakî hişt ku şênî koçber û penaber bibin, bal kişandin ser girîngiya pêşxistina hişmendiya civakî, bicihkirina çanda jiyana hevbeş û aştiya civakî.

XALA DUYEMÎN: BANDORA KOÇBERIYÊ LI SER JINAN Û ROLA WAN A VEGERÊ

Di xala duyemîn a komxebatê de bal hat kişandin ser bondora koçberiya bi darê zorê li ser jinan û zehmetiyên ku jinan di vê rêwîtiyê de jiya ye, rola wan di parastina civakê û beşdariya di cihê biryarê de.

Beşdervanên jin behsa beşeke ji dozên girêdayî zehmetiyên ku jin di qonaxa koçberiyê de jiyan dikin kirin, her wiha bal kişandin ser pirsgirêkên civakî, aborî û derûnî, bi taybet piştî windabûna istiqrara jiyanî, belavbûna malbatê, nebûna xizmetguzariyên esasî û tenduristî.

Beşdervanan zehmetiyên li hemberî jinan di nava rêwîtiya koçberiyê de, zehmetiyên vegera li herêmên wan, piştî hilweşîna rejîma Bass`ê dûrxistina jinan ji cihê biryarê, berdewamkirina entegrasynê li herêmê, biryarên girêdayî vegera koçberan ji bo herêmên wan nîqaş kirin.

Di komxebatê de hat destnîşankirinku rola jinan ne tenê wekî qurbaniya koçberiyê ye, ew aştî ava kir, ji bo pêkanîna edaleta veguhêz li welat tevgeriya.

Komxebat bi vê encamnameyê bi dawî bû:

1.  Divê bal bê kişandin ser bandorên koçberiy bi darê zorê, pêşxistina gihandina edaleta qanûnî û ya heyî, xebatên ji bo vegerandina milkên koçberan.

2.  Pêşxistina beşdariya jinan di pêvajoya edaleta veguhêz û misogeriya hebûna jinan di cihên biryargirtinê de.

3. Pêşxistina diyalogê û koordîneya di navbera qurbaniyên koçberiyê, saziyên civaka sivîl û aliyên qanûnî.

4. Divê pêvajoyeke domdar ji bo edaletê bê avakirin, mafê qurbaniyan bê misogerkirin.

(sb)

ANHA