Li Qamişloyê buhayê pirtûkan ji salên borî kêmtir in

Lêçûna çapkirinê, hilberîn û hawirdekirina pirtûkan biha ye lê pirtûkxaneyên Qamişloyê pirtûkan biha nafiroşin û hewl didin çanda xwendinê biparêzin.

1 mijdar, 2026   04:15
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Li pirtûkxaneyên Şilêr û Amara yên Qamişloyê roman, dîwanên helbestvanan, pirtûkên siyasî, felsefe, dîrok û hwd bi zimanê kurdî, erebî û tirkî hene.

Li Pirtûkxaneya Amara û Weşanxaneya Şilêr pirtûk ji dolarekî amerîkî heyanî 25 dolarî hene û hinek pirtûkên ku 4 berg in bi 100 dolarî ne. Çîrokên zarokan bi 20-30-60 hezar lîreyê Sûriyeyê hene. Buhayê hinek çîrokan bi 15 dolar e û ferheng jî bi 20 dolarî ne.

LI ŞAMÊ BUHAYÊ PIRTÛKAN

Îsal buhayê pirtûkan li Şamê ji 15 hezarî dest pê dike û li gorî naverok, weşanxane û çawaniya pirtûkê buhayê wê tê guhertin. Li Şamê bazara pirtûkên berê hatine bikaranîn heye û li wê bazarê pirtûk ne biha ne.

BUHAYÊ PIRTÛKAN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me buhayê pirtûkan li Başûrê Kurdistanê û Iraqê di navbera 7 hezar heyanî 15 hezar (5-10 dolar) dînarê Iraqê de ne. Li gorî çawaniya pirtûkê û weşanxaneyê buhayê pirtûkan tê guhertin.

Li dikanên herêmî buhayê pirtûkan nêzî 7 hezar dînar e. Pirtûkên ji weşanxaneyê taybet û ji derve anîne buhayê wan li gorî lêçûnê tê diyarkirin. Her sal jî pêşangehên herêmî û navneteweyî mîna Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê û pêşangehên pirtûkên kurdî têne organîzekirin.

BUHAYÊ PIRTÛKAN LI HINEK DEWLETÊN EREBAN

Li Misrê di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê de buhayê pirtûkan di navbera 150 û 500 lîreyên Misirê (3-10 dolarê amerîkî) ye. Her wiha weşanxaneyên gelêrî û bazara Sûrê Azbakayê hene û buhayê pirtûkan bi 10-50 lîreyî ne.

Li Lubnanê buhayê pirtûkan di navbera 4-20 dolarî de ye. Li Erebistana Siûdî li pirtûkxaneyên mezin buhayê pirtûkan bi 40-120 riyalên Siûdî ye (derdora 11-32 dolar). Li Îmaratê bi 45-175 dirhemî (nêzî 12-48 dolar) e.

BUHAYÊ PIRTÛKAN LI EWROPAYÊ

Li dewletên Ewropayê jî buhayê pirtûkan ji 10 euro heyanî 25 euro hene. Li Almanya, Fransa û Spanyayê qanûnên tesbîtkirina buhayên pirtûkan hene.

Karmendên li pirtûkxaneyên Qamişloyê dixebitin da zanîn ku buhayê pirtûkan li gorî naverok, nexweşxaneyê, çawaniya kaxezê û rengê wê, giranî û mezinahiya pirtûkan, bergê pirtûkan, hejmara rûpelan û çapkirina wê tê guhertin. Her wiha karmendan got pirtûkên li herêmê têne çapkirin ne wekî pirtûkên ji derve ne.

LI QAMIŞLOYÊ PIRTÛK NE BIHANE NE

Karmendên pirtûkxane û weşanxaneyên Qamişloyê diyar kir ku pirtûkên wan ne biha ne û ew çanda xwendinê diparêzin. Her wiha rewşa aborî ya herêmê didin ber çavan û hewl didin xwendevanên pirtûkan zêde bibin.

(np)

ANHA