Em Kî ne

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1'ê Adara sala 2013'yan de hatiye avakirin. Pirdengî û pir rengiyê esas digire, armanc dike ku agahiyên rast ji çavkaniya bingehîn bigire û ragihîne civakê.

Bawer dike ku yek ji riyên bingehîn ên jiyanîbûna pîvan û rêgezên jiyanê û sekna kesayeta civaka exlaqî ku hemû reng, deng û bawerî cihê xwe tê de digirin jî têkoşîna di warê çapemeniyê de ye.

Di vê çarçoveyê de ji bo danasîn û pêşketina nasname, ziman, çand û dîroka gelan; jiyana hevbeş, avakirina civakek demokratîk, her wiha ji bo azadiya jin û ciwanan, bidestxistina mafên karker û kedkaran, parastina ekolojiyê weşangeriyek pir rengî dike.

Ji bo pêkanîna van hedefan bi tora xwe ya nûçeyan, li ser esasê weşangeriyek rast, vijdanî, exlaqî û objektîf geşedanan radigihîne civakan. Di vê rêya dijwar de berdelên giran jî dane.

Li Sûriyeyê di şopandina şerê li dijî DAIŞ'ê de endamên xwe Dilîşan Îbîş, Rizgar Denîz, Hogir Mihemed, Seed Ehmed, Îsam Ebdullah û Cîhan Bîlgîn şehîd dan.