Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome

Di Festîvala 4'emîn a "Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê" de hate gotin, aştî ne tenê bi siyasetê, lê bi çand û hunerê jî ava dibe.

Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome
Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome
Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome
Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome
Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome
Festîvala’’Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ’’ didome
1 mijdar, 2026   17:14
KOBANÊ

Festîvala 4’emîn a ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ di roja xwe ya 3‘yemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê didome. Festîval ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi dirûşma ‘‘Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek‘‘ hatiye organîzekirin.

Festîval bi beşdariya gelek kesan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Komeleya Lêlûn a Xêrxwarî, Geşkirin û Pêşxistina Ciwanan a ji Efrînê Reşa Milhem axivî.

Reşayê bi van gotinan bal kişand ser beşdariya ya festîvalê: "Dema min ev kombûna li vir dît, bîranînên me yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin bîra min. Kobanê jî cihê me ye, wê bi hemû hezkirin û germahiya xwe em hembêz kirine. Ji bo me Kobanê mîna Efrînê ye û tu ferq di navbera wan de nîn e."

Reşa di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi armanca nîşandana çand û nasnameya xwe beşdarî festîvalê bûne û ev peyam da: "Aştî tenê bi peymanên siyasî pêk nayê, lê bi rêya huner û çandê jî ava dibe. "

Reşa Milhem di dawiya axaftina xwe de got: "Çîroka her yek ji me di bajarekî de heye û îro em li vir in da ku bi rêya şanoyê çîrok û romanên bajarên xwe nîşan bidin û zindî bikin."

Piştî axaftinan Koma Ararat şanoya "Ew ê Ku Nayê" pêşkêş kir. Şano ji hêla Hîrs Mardîkiyan ve hatiye nivîsandin û  alîkariya Ardzef Xatşoyan û Avîd Şokyan derhêneriya wê hatiye kirin.

‏Festîvalê heta 4'ê Mijdarê berdewam bike.

(so/bb)

ANHA