Bila pirsgirêk rast were pênasekirin - DR. HAYRÎ HAZARGOL 

Bila pirsgirêk rast were pênasekirin - DR. HAYRÎ HAZARGOL 
29 îlon, 2026   14:39

Eger Rêberê Gelê Kurd bi rêveberiya rêxistinê û kadroyên wê re hevdîtinan neke, pêvajo bi tenduristî bi pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê bi awayekî lezgîn ev rêbertî tavilê weke Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê xebatên xwe bi rê ve bibe.

Gotineke ku tê zanîn heye; heya teşxîskirina baş nebe tedawiya baş jî pêk nayê. A niha li Tirkiyeyê rojeva sereke kî çi dibêje bila bibêje pêvajoya çareseriyê ya Aşitî û Civaka Demokratîk e û li gel banga Rêberê Gelê Kurd a xwefesixkirina PKK’ê dest pê kir. Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Meclîsê dibêjinku ev pêvajo gîrîng e û baş pêş dikeve. Lê belê tiştên ku rû didin, di mijara ku dewletê ev pêvajo çi qasî rast fêm kiriye de dibe sedema derketina gumanan. Ger pirsgirêkek û pêvajoyeke têkildarî vê yekê hebin, ev yek wê besli muxatabê wan were çareserkirin.  Tevgera Azadiyê ku yek ji muxatabên pêvajoyê yên sereke ne, dibêjin ku ev pêvajo baş nameşe. Aliyek dibêje ku pêvajo baş nameşe, aliyê din jî berovajî wê dibêjin ku pêvajo baş dimeşe û ev yek gumanan zêde dike.

Roja ku qanûna bi navê çarçoveyê derket Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler got ku wê pozîsyona Abdullah Ocalan biguhere û wê ji niha û pê ve bi gelek kesan re hevdîtinê bike. Tevî ku du meh derbas bûn jî ev yek pêk nehatin. Devlet Bahçelî û hin rayedarên hikûmetê gotin ku wê Rêberê Gelê Kurd bibe Koordînatorê Aşitî û Siyasîbûnê. Ev gotinên ku bi mehan beriya niha hatin bilêvkirin, bi tu awayî pêk nehatin.  A niha ger bibêje ku wê Rêberê Gelê Kurd bi awayekî eşkere û fermî rolekê nestîne û bi vî awayî wê pirsgirêk were çareserkirin, wê demê wê xwe bixapîne. Her hal Rêveberiya Tevgera Komînalîst daxuyanî û nirxandinên xwe hema wisa belasebeb nakin! Hesastirîn mijara vê tevgerê rêbertiya wê ye. Ji ber vê yekê heya girîngiya tiştên ku ji bo rêbertiya xwe dibêjin neyê zanîn  kadro û şervanên vê tevgerê tiştekî nakin.

Nîqaşên têkildarî bêçekbûnê tên kirin. Jixwe dîtina pirsgirêkê ya bes weke bêçekbûnê nîşan dide ku ev pirsgirêk bi awayekî rast nehatiye fêmkirin. Her wiha tê dîtin tevgereke ku ev 50 salan e têkoşîne gelekî dijwar daye meşandin jî rast nehatiye fêmkirin. Kadro û şervanên vê tevgerê dibêjin ku ger rêbertiya me bi awayekî eşkere û fermî ne di dewrê de be ew ê çekên xwe nedeynin û venegerin Tirkiyeyê. Ger desthilatdariya AKP’ê vê yekê cidî negire wê dasê li çoka xwe bide. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP’ê êdî nikare vê pêvajoyê bi awayekî veşartî bi rê ve bibe. Dibe ku hintiş bi eşkereyî nebinlê belê wê muxatabêb pêvajoyê bi awayekî eşkere tev bigerin. Divê êdî Rêberê Gelê Kurd xebatên xwe bi awayekî eşkere bike. Ger ev yek nebe di pêvajoyê de pêşketinek çênabe. Ji ber ku Rêveberiya Tevgerê dixwazin rêbertiya wan bi awayekî eşkere û azad bixebite.

Bêguman eger Rêberê Gelê Kurd tim û tim bi rêxistina xwe re hevdîtinan eke wê pêvajo pêş nekeve. Eger Rêberê Gelê Kurd di pirsgirêkeke dijwar a wiha de li gel rêveberiya rêxistinê û kadroyên wê hevdîtinan neke wê ev pêvajo pêş nekeve. Nefêmkirina vê yekê gumanên têkildarî ku dewlet di vê pêvajoyê de cidî nîne mafdar dike. Ji ber vê yekê divê bi awayekî lezgîn ev rêbertî tavilê weke Koordînatorê Aşitî û Siyasîbûnê xebatên xwe bi rê ve bibe.  Li gorî agahiyeke ku me standiye, ger di hefteya ewil a meha Cotmehê de têkildarî vê mijarê geşedanek rû nede wê cara ewil bi awayekî rastîn xitimîna pêvajoyê bikeve rojevê. Ji ber ku tiştên ku heya derketina qanûnê hatin kirin, nîqaş bûn. A niha jî pêvajoya pratîkbûnê ye. Ger di vê pêvajoyê de sermuzakerevanê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî azad nexebite û rola nelîze wê demê wê çawa qala pêvajoyê were kirin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li bendê ne ku hêzên siyasî pêngavên demokratîkbûyînê biavêjin. Eger wê gerîla çekan deyne û siyasetê bike wê demê divê atmosfera demokratîkbûyînê ya ku bi awayekî azad siyasetê bikin, were afirandin.

A niha li gel yasa û atmosfera hiqûqî yên li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk nayê kirin. Di gel ku partiyên siyasî di nava pergala siyasî ya heyî de nikarin siyasetê bikin û li dijî van hêzên siyasî her roj operasyom tên lidarxistin wê têkoşîna siyasî ya demokratîk a ku jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd di nava xwe de dihewîne, tu caran neyê meşandin. Di vê rewşê de wê gerîla çawa çekên xwe deynin?

Em dev ji derxistina yasayên demokratîk berdin, di gel ku ji hêzên muxalîf re qada siyasetkirinê tê tengkirin wê civak ji rewşeke bi vî rengî re amade bibe? Ger di mijara demokratîkbûyînê de piştevaniya civakî nebe wê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk çawa were pêşxistin?

Çareseriya van pirsgirêkan hemûyan bes li gel dabînkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd ku bi awayekî azad bijî û bixebite pêkan e. Heya ku ev yek pêk neyê bendewariya ku gerîla çekan deynin û werin tê wê wateyê ku hê jî ev pirsgirêk bi awayekî rast nehatiye fêmkirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka