Di konferansa Kongra Star de jinûveavakirin hat nîqaşkirin

Delegeyên konferansa Kongra Star a bajarê Qamişlo diyar kir ku wan di çarçoveya jinûveavakirinê de konferansa xwe li dar xistiye û ji bo wan gavekî dîrokî ye.  

Di konferansa Kongra Star de jinûveavakirin hat nîqaşkirin
30 cotmeh, 2026   05:47
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Delegeyên konferansa Kongra Star a Qamişloyê ji ajansa me re axivîn û got: "Berî ku em konferansê xwe li dar bixin me li bajarê Qamişloyê û gundewarên wê civîn organîze kirin û di wan civînan de nêrîn û pîşniyarên jinan wergirtin.”

Endama Kongra Star Xebatê destnîşan kir ku wan di konferansê de xebatên xwe nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo em pirsgirêkan çareser bikin, me nirxandina xebata xwe kir û li ser xwe ji nû ve avakirine nîqaş kir. Di encama polîtîka paşguhkirine de jinan didin aliyekî û di sîstemê de cih nadin jinan. Me ev polîtîka di konferansa xwe de nirxand. Divê em li Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan jinan bi rêxistin bikin da ku mafên xwe yên rewa biparêze û civakê veguherîne."

Her wiha Ahîn Îbrahîm got: "Lidarxistina konferansê ji bo me gaveke stratejîk e. Em ê li gorî pêdiviyên pêvajoya heyî xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Em zilmê û hemû cureyên paşguhkirine red dikin. Em ê li hemberî hişmendiya mêr a hewl dide îradeya jinan bişkîne tê bikoşin. Me dest bi pêvajoyeke nû kiriye, em ê rê û rêbaz û mekanîzmeyên xwe yên pirsgirêkên civakî û bi taybet pirsgirêka jin çareser nake, biguherînin. Ji me hemû jinan tê xwestin û erkekî me yê dîrokî û exlaqî ye ku em deskeftiyên şoreşa jinê biparêzin û pirsgirêka jin çareser bikin.”

Endama Kongra Star Ezîza Iskender anî ziman ku ev konferans ji bo wan gaveke erênî ye û wiha lê zêde kir: "Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku biryarên konferansê pêk bînin û bi ser bikevin."

(np) 

ANHA