Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî ku bi şêniyên Rimêlan û Girkê Legê re civiya, anî ziman ku bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê.

Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Mazlûm Ebdî: Bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê
1 mijdar, 2026   22:29
QAMIŞLO

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî  bi şêniyên bajarên Rimêlan û Girkê Legê re civiyan. Ebdî geşedanên dawîn û pêşketinên di pêvajoya entegrasyonê, rewşa perwerde û ewlehiyê şîrove kirin.

Ebdî anî ziman ku li gorî lihevkirinên çêbûne, xebata li ser çareserkirina tevahî dosyayan dewam dike. Ebdî destnîşan kir ku parêzgeha Hesekê bi beşdariya tevahî pêkhateyên wê tê birêvebirin û got xelkê parêzgehê li ser kirina modela jiyan û rêveberiyeke hevbeş baldar in.

Di dewama axaftina xwe de Ebdî diyar kir ku aliyên hewl didan projeya entegrasyonê xerab bikin têk çûn, her wiha got yekrêziya Kurdî û hevgirtina pêkhateyan bingeheke girîng ji bo serxistina entegrasyonê ye û piştevaniya van destkeftiyan wê bi xwe re parêzgehê biparêze û xurt bike.

Têkildarî dosyaya Kurdî jî Ebdî anî ziman ku dosyaya Kurdî bi vîn û nasnameyek zelal derbasî saziyên dewletê bû û domand:"Dewlet dizane ku îstîqrara li Sûriyeyê bêyî beşdariya Kurdan pêk nayê û hebûna Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan li kêleka hev vê vînê xurt dike û piştgiriyê dide îstîqrara welat."

Der barê dosyaya windayan de jî Ebdî diyar kir ku komîteya eleqedar bi xurtî li ser aşkerakirina aqûbeta windayan û diyarkirina cihên wan dixebite. Her wiha îşaret bi berdewama xebatê ji bo misogerkirina vegera şêniyan bi awayekî ewle bo warên xwe kir.

Ji bo doza Kembera Erebî jî Ebdî anî ziman ku doz xwedî karektêreke hiqûqî ye û di çarçoveya yasayî de xebat li ser çareserkirina wê tê kirin.

(f)