Koçberên Girê Spî li bajarê xwe rastî êrişan hatin

Komeke koçberên Girê Spî dema hewil dan vegerin malên xwe û li ser vexwendina Gerînendetiya Herêma Girê Spî derbasî bajarê xwe bûn, rastî êrişan hatin.

Koçberên Girê Spî li bajarê xwe rastî êrişan hatin
26 cotmeh, 2026   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke koçberên Girê Spî yên ku hewil dan vegerin malên xwe dema gihîştin bajar rastî êrişan hatin.

Ev kom bêyî koordîneya bi Komîteya Koçberên Girê Spî re berê xwe danbûn malên xwe.

Li gorî agahiyên ku gihîştine ajansa me, ew kom bi armanca vegera malên xwe li ser vexwendina Gerînendetiya Herêma Girê Spî berê xwe dane avahiya gerînendetiyê, lê ew rastî êrişan hatin, êrişkaran êrişî seyareyan kirin û ew seyare talan kirin.

(sb)

ANHA