Li Humsê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê çekdarên nenas kesek kuşt.

Li Humsê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin
1 mijdar, 2026   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kolana El Ehram a taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê kesên nenas gule li dikandarekî reşandin û wî kuştin.

Li gorî agahiyan, du çekar li motorsîklêtekê bûn, gule li xwediyê dikanekê reşandin û ji cihê bûyerê reviyan.

Agahiyên zêdetir der barê bûyerên de nehatin dayîn.

(bb)