Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Biryargirtin mafê me ye

Xwendekarên Zanîngeha Rojava biryara Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî ya têkildarî zanîngehên Rojava û Kobanê red kirin, dan zanîn ku ev biryar gefê li nasnameya zanîngehê û zimanê perwerdeya wê dixwe, ew bi mafê xwe yê zimanî û akademîk girêdayî bin, daxwaz kirin ku xwendekar û mamoste jî beşdarî biryargirtinên girêdayî siberoja zanîngehê bibin.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Biryargirtin mafê me ye
1 mijdar, 2026   13:55
QAMIŞLO

Xwendekarên Fakulteyên Perwerdeyê, Avakirinê, Zanista Xwezayî û Teknolojî ya Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo li 2 cihan li pêşiya avahiyên fakulteyên xwe daxuyanî dan, daxuyaniya li Fakulteya Perwerde û Avakirinê ji hêla Xwendekar Sîmav Remedan Umer û li aliyeke din li pêşiya Fakulteya Zanista Xwezayî û Teknolojiyê bi zimanê kurdî ji hêla Xwendekar Ronîda Ebûd û bi zimanê erebî ji hêla Xwendekar Lana Saedî ve hat xwendin.

Naveroka herdu daxuyaniyam wiha ye:

Me weke xwendekarên Zanîngeha Rojava bi salan bi kedeke bêhempa xebat û têkoşîneke fikrî bi zimanê kurdî berfireh kiriye, pêş xistiye û dewlemed kiriye. Ev ked ne tenê destkeftiyeke akademîk e lê bûye beşek ji çand, nasname û pêşketina herêma me. Zanîngeha Rojava ne tenê saziyeke fêrkirinê ye, lê ew îfadeya civakekê ye ku bi saya ked û xwîna şehîdan yê ku canê xwe dan ji bo ku em roja îro bi rûmet bijin û bi zimanê xwe yê dayikê zimanê kurdî fêr bibin, ava bûye. Em ji xwendekarên wê ewqas salin bi zimanê kurdî li zanîngeha xwe dixwînin bêyî ku danpêdana bawernameyên me derdek be, lê derdê me ew bû girêdana bi zimanê me bû, parastina hebûna me bû û xwîderketina li mîrasa şehîdên me bû.

Lê eger tiştê ku îro di navbera komîteya entegreyê ya Zanîngeha Rojava û Wezareta Xwendina Bilind a girêdayî dewleta Sûriyeyê de çêdibe, wê taybetiya zanîngehê, hebûna wê û zimanê fêrkirinê tune bike, wê demê ev ne hevtemamkirineke akademîk e, lê ev asîmlekirin, inkarkirina hebûna zimanî û çandî bi tevahî ye.

Li gorî Peymana 29`ê Çileyê divê taybetmendiyên herêmê bên esasgirtin û di pêvajoya entegrasyonê de hebûn nasname ziman û çanda herêmên kurdî bên parastin em piştgiriyê didin entegrasyoneke ku mafên gelê me û taybetmendiyên herêmê diparêze. Di vê çarçoveyê de divê Zanîngeha Rojava wekî zanîngeha fermî ya Parêzgeha Hesekê were nasîn,  nasname û destkeftiyên wê bên parastin.

Mafê bikaranîna zimanê dayikê û parastina nasnameya çandî mafekî ku belgeyên navdewletî wan diparêze ye û ji wan peymana navdewletî ya taybet bi mafên sivîlan, polîtîk û peymana navdewletî ya taybet bi mafên aborî, civakî û çandî. Nabe ku danpêdana bi bawernameyan, temenê xwe destjêberdana van mafan be.

Em her biryar û kiryareke ku ked fedekarî û xwendina bi salan a xwendekaran înkar dike bi eşkereyî red dikin. Heke rêbeberiya zanîngehê ji lihevkirineke derveyî nasname prensîp çand û taybetmendiyên herêmê qebûl bike, em wekî xwendekar vê yekê qebûl nakin û wê dibêjin ku pêwîste ev rêbeberya ku pîşeroja zanîngehê dixe xeteriyê ji erk were girtin ji ber ku xizmeta zanîngehê nake lê belê bi nêzîkatiyên xwe yên bi berjwendî xizmeta dewletê dike.

Her wiha em kiryarên ku di bin berpirsyariya komîteya entegrasyonê de tên kirin û nîşanên asîmlasyonê li xwe digirin red dikin. Entegrasyon nayê wateya helandinê entegrasyon divê li ser bingeha rêzgirtin wekhevî û parastina nasnameyê be ne amûreke ji bo asîmlasyonê be.

Îro parçekirina Zanîngeha Rojava bi navê kornek ji fakulteyan û sînordarkirina perwerdehiya bi zimanê kurdî heta sê saetan wekî ku di biryarên nû dê gotin fikarên me yên cidî zêde dike ev yek ji bo me tenê mijareke idarî nîne lê mijareke girêdayî mafên zimanî akademîk û nasnameya gelê me ye. Zimanê kurdî û mafên gelê Kurd divê di destûr û qanûnên pêwendîdar bi awayekî eşkere bên misoger kirin.

Ji ber vê yekê em bang li hikumeta demkî rêveberiyên zanîngehan û komîteya entegrasyonê dikin ku biryarên xwe ji nû ve binirxinin mafê xwendekaran biparêzin serxwebûna akademik misoger bikin û rê li ber her cure binpêkirina mafên zimanî û taybetmendiyên herêmê bigirin her wiha beşdarbûna xwendekar û mamosteyên zanîngehê di çi biryareke ku girêdayî pêşeroja zanîngehê be çêbibe.

Em danpêdana akademîk an jî hevpariya di navbera zanîngehan de red nakin, lê em li dijî wê entegrasyonê ne ku wê bibe sedema windabûna destkeftiyên me, pêşeroja xwendekaran û zanîngehê veguhere navgînekê ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî, kesayetî û postên demkî.

Bangewaziya me ji hemû xwendekaran re:

Em bang li hemû xwendekarên Zanîngeha Rojava dikin ku di vê qonaxa hesas de li dora mafên xwe kom bibin yekîtiya xwe xurt bikin û bi dengekî yekgirtî helwesta xwe nîşan bidin. Îro zêdetir her demê pêdiviya me bi yekîtiyê û helwesteke hevbeş heye. Heger em nebin yek dê mafên me yek bi yek hedefgirtin lê bi yekîtiya xwe em dikarin dengê xwe bigihînin hemû aliyên peywendîdar, destpêşxeriyeke hevbeş û aştiyane ragihînin.

Em wekî Xwendekarên Zanîngeha Rojava li ser helwesta xwe israr dikin û bang li hemû xwendekaran dikin ku bi hev re bi berpirsyartiyeke hevbeş û bi rêbazên aştiyane ji bo parastina mafên xwe gavên hevbeş bavêjin, em bi hev re xurt in yekîtiya me hêza me ye û parastina mafên me berpirsyariya me ya hevbeş e.

Her wiha di dawî de em wekî xwendekarên Zanîngeha Rojava însiyatîfa ji bo parastin, destekdan û xwedîderketina li nasnameya zanîngeh û mafê xwendekaran radigihînin û dibêjin ku Zanîngeha Rojava berhema ked, fedekarî û têkoşîna me ye. Em nahêlin ku destkeftiyên bi salan bên înkarkirin.”

(sb)

ANHA