MSD`ê êrişên li Girê Spî şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê ji sûcdar kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrişên li ser malbatên Kurd ên ku vedigeriyan Girê Spî şermezar kir û diyar kir ku hikûmeta demkî ji parastina wan berpirsyar e. MSD`ê Daxwaza lêpirsînek serbixwe û darizandina sûcdaran kir.

MSD`ê êrişên li Girê Spî şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê ji sûcdar kir.
27 cotmeh, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekê de, MSD diyar kir ku tiştê qewimî sûcek li dijî sivîlên bêçek e, binpêkirinek eşkere ya rûmet û mafên wan e, êrişek rasterast li ser mafê wan ê vegera ewle bo malên xwe ye, û gefek cidî ye li ser aştiya sivîl û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê de. Her wiha ev binpêkirina peymana 29`ê Çile ye..

MSD`ê diyar kir ku berpirsyarî bi tevahî dikeve ser hikûmeta veguhêz ji bo parastina sivîlan û parastina milkê wan, rawestandina van êrişan û pêşîgirtina li dubarebûna wan..

MSD`ê Daxwaza lêpirsînek serbixwe, bêalî û giştî kir da ku şert û mercên tiştê qewimî eşkere bike, sûcdar û teşwîqker werin darizandin û çanda bêcezatiyê bi dawî bibe.

MSD`ê her wiha diyar kir ku parastina sivîlan, pêkanîna edaletê û misogerkirina mafê vegerê stûnên bingehîn in ji bo avakirina Sûriyeke yekgirtî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û naskirina mafên hemû pêkhateyên wê.

(k)

ANHA