Saziya Jina Azad encamên kampanyaya Meha Pembe eşkere kir

Saziya Jinên Azad encamên dawî yên çalakiyên ku di meha Cotmehê de (Meha Hişyariya Penceşêra Memikê) li Qamişlo lidar xistin eşkere kir, 2 hezar û 680 jin ji van çalakiyan sûd wergirtin.

Saziya Jina Azad encamên kampanyaya Meha Pembe eşkere kir
1 mijdar, 2026   14:03
QAMIŞLO

Saziya Jina Azad li Sûriyeyê îro, Yekşemê, encamnameya çalakiyên xwe yên Cotmeha Pembe lidar xistin ragihand.

Daxuyanî di civîneke çapemeniyê de ku li ber navenda saziyê li Qamiuşlo ji hêla rêvebera saziyê, Şehnaz Mûsilî ve hate xwendin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku rêze semînerên hişyariyê û tenduristiyê li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Hesekê, Qamişlo û Kobanê, her weha li kampa Roj û çend saziyên din hatine lidarxistin.

ENCAMÊN GIŞTÎ YÊN KAMPANYAYÊ

Li gorî daxuyaniyê, bi tevahî 290 semînerên hişyariyê li deverên ku Saziya Jina Azad lê dixebite hatin lidarxistin.

Her wiha 2 hezar û 680 jin beşdarî çalakî û semîneran bûn.

(k)

ANHA