Dr. Ferhat Têlo: Beriya destûrê divê newekhevî ji holê bê rakirin

Serokê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê Dr. Ferhat Têlo anî ziman ku ji beriya destûrekê divê rewşa awarte ji Sûriyeyê bê rakirin, newekheviya di navbera gel û baweriyan de ji holê bê rakirin û got “Destpêkê divê encûmenek ji tevahî pêkhateyan bê avakirin. Partiyên Kurdan jî zû bikevin nava tevgerê û bedenek siyasî ya Kurd ava bikin.”

Dr. Ferhat Têlo: Beriya destûrê divê newekhevî ji holê bê rakirin
31 cotmeh, 2026   05:05
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Li Sûriyeyê 2 sal di ser hilweşîna rejîma Baasê û desthilata hikumeta veguhêz re derbas bûne, lê heta niha tu pêşketineke siyasî ya berbiçav derneketiye holê. Partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê jî li benda pêşketineke siyasî û çarçoveyeke yasayî ji bo çalakiyên siyasî ne. 

Di vê mijarê de serokê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê Dr. Ferhat Têlo ji ajansa me re axivî.

‘TIŞTÊN BERIYA DESTÛRÊ BÊN KIRIN HENE’

Dr. Ferhat Têlo diyar kir ku divê ji beriya hertiştî û avakirina makazagonek demokratîk, rewşa awarte ya li Sûriyeyê ji holê rabe û wiha axivî: “Ya yekemîn rawestandina şer, vegera koçberan, ji holêrakirina mijarên mezhebî ye. Ev ji bo demokratîkbûnê gavên pêwîst in.”

Têlo gava duyemîn a ji bo pêşketina Sûriyeyê avakirina çarçoveyeke yasayî ya ji bo çalakiyên siyasî pênase kir û wiha got: “Divê zagonên rêxistinên siyasî û saziyên sivîl çêbibin. Her wiha rola jin û ciwanan di nava Sûriyeyê de, saziyên mafsaziyê bên pêşxistin. Ji bo ku tevayî pêkhateyên li Sûriyeyê xwedî li Sûriyeyê derkevin, xwe weke xwediyê Sûriyeyê bibînin, divê zagonek zelal li ser asta rêxistinên siyasî bê çêkirin. Ji bo vê jî divê encûmenek ji tevahî pêkhate û baweriyan pêk bê. Ev encûmen dikare tecrubeyên welatên cuda jî lêkolîn bike û amadekariya xebatên siyasî bike.”

‘DESTPÊKÊ ENCÛMENEKE JI TEVAHÎ PÊKHATEYAN PÊK TÊ PÊWÎST E’

Dr. Ferhat Têlo rêbazên hikumeta veguhêz rexne kirin û wiha domand: “Em dizanin desthilata demkî ya niha navê demokrasiyê jî nayîne ser ziman. Heman şêweyê rejîma Baasê ye ku yekrengiyê diparêz e. Dibêjin Sûriyeyeke niştimanî, wekhev, lê li ser erdê tiştek din çêdibe. Hîna gelê Durzî ne di nava Sûriyeyê de ne, hîna gelê Elewî pirsgirêkên mezin dijî. Ya herî girîng ji me re ku Kurd pêkhateya duyemîn in, em dibînin ku li hemberî wan konê şer tê danîn, kiryarên weke bûyera Hesekê û Girê Spî tên meşandin. Qebûlnekirinek li hember Kurdan heye. Ji derveyî Rojava li bajarên din ên Sûriyeyê jî gelek Kurd hene. Dê mafê wan çawa bê parastin? Bêguman zagona ku bê çêkirin divê ferq û cudahiyê neke nava olan, gelan, mezheban. Di serî de divê qanûn rola xwe bilîze û tevahiya Sûriyeyê weke hev bibîne. Lê ya esas divê destpêkê encûmenek çêbibe. Eger bi vî awayî bidome demeke dirêj ji Sûriyeyê re divê.”

‘DIVÊ ALIYÊN KURD ZÛ BIKEVIN NAV TEVGERÊ’

Dr. Ferhat Têlo bal kişand ser erka partiyên Kurdan û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Li vir em weke Kurd û partiyên Kurdî, her çendî fikrê wan cuda be jî divê laşekî me hebe. Li ser asta netewî û li ser yek nêrînê biçin Şamê. Em hîna di nava xwe de ketine nava diyalogê. Lê dem kurt e. Dereng e. Ji bo em ji rewşa siyasî re amade bin, divê em di nava partiyên Kurdan de lêvegerek siyasî pêk bînin û laşekê siyasî yê Kurdî ava bikin ku bikaribe nûnertiya gelê Kurd bike. Ji ber ku Sûriye wisa namîne. Entegrasyona niha dimeşe jî gel û aliyên siyasî yên Kurd jê ne razî ne, erê bi entegrasyonê re ne, lê xebatên tên kirin têrê nakin. Ji ber vê jî divê em li ser zêde bikin û Kurd jî amadekariyek xwe ya siyasî bikin.”

ANHA