Ji 4 zarokên li Til Birakê noqî avê bibûn yek mir

Ji 4 zarokên ku li gundewarên Til Birakê noqî avê bibin, yekî jiyana xwe ji dest da, 3 hatin rizgarkirin, ji wan rewşa yekî jî giran e.

Ji 4 zarokên li Til Birakê noqî avê bibûn yek mir
31 cotmeh, 2026   16:33
HESEKÊ

Ji 4 zarokên ku li gundewarên Til Birakê di golekê de noqî avê bibin, zarokek jiyana xwe ji dest da, 3 hatin rizgarkirin,  ji zarokên rizgarbûyî rewşa yekî jî giran e.

Şêniyan hatin rizgarkirin birin nexweşxaneyê. Tîmên Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya Gerînendetya Rewşên Awarte û Karasetan a Parêzgeha Hesekê ji bo rêgirtina li ber van bûyeran derdora cihê bûyerê nasê kirin.

Îro li gundê Til Zehebê yê navçeya Til Birakê yê gundewarên Hesekê 4 zarok ketin golek avê ku ji ber lehiyê çêbibû. Li gorî agahiyên ku me di nûçeya xwe ya destpêkê de dabûn, 2 zarokan hatin derxistin û agahî ser rewşa wan nayê zanîn, 2 zarokên din jî hîn winda ne.

(bb)

ANHA