Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê rola jineolojiyê nîqaş kir

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê di civîneke berfireh de rola jineolojî di civakê de û amadekariyên pêngava "16 roj a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan" nîqaş kirin.

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê rola jineolojiyê nîqaş kir
30 cotmeh, 2026   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê bi beşdariya endamên kongreyê yên Beyrûtê û herêmên derdorê civînek li dar xist. Civîn bi armanca nîqaşkirina bernameya rêxistinî û perwerdeyê ya meha pêş û amadekariyên pêngava 16 roj a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi mijara "Çima feminist bi ser neket?" Û "Çima Jineolojî?"  semînerek hate dayîn. Di semînerê de pirsgirêkên li pêşiya tevgerên jinan, têgeha jineolojî û rola wê di naskirina pirsgirêkên civakî û xurtkirina beşdariya jinan di hemû qadên jiyanê de hatin nirxandin.

Beşaran plansaziya meha pêş nîqaş kirin. Li hev kirin ku bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bernameyek were dayîn. Di çarçoveya wê de dê hevdîtin werin kirin, xelekên perwerdeyê werin lidarxistin ku balê dikişînin li ser cûryên tundiya li ser jinan, rêbazên parastina jinan ji tundiyê, girîngiya beşdariya jinan di hemû qadên jiyanê de.

(bb)