Li gundewarê Siwêdayê şerekî dijwar rû da

Li gundewarên rojavayê Siwêdayê şerekî dijwar di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz de qewimî. Li nêzî devera Şehbayê jî dengê teqînê hat bihîstin.

Li gundewarê Siwêdayê şerekî dijwar rû da
1 mijdar, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, îro li eniyên bajarokê Mecdel û Mezraa yên gundewarên rojavayê Siwêdayê şerekî dijwar di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz de qewimî. Hate ragihandin ku di şer de çekên giran hatin bikaranîn.

SOHR‘ê diyar kir ku şer, piştî bombebarankirina nuqteya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ya li eniya Mecdelê bi dronekê, dest pê kir.

Li gorî agahiyan, dron ji baregehên hêzên hikumetê yên li Mezraayê rabibû.

Li aliyekî din, dengê balafirên şer ên nenas li asîmanê hat bihîstin, piştre dengê teqînê li derdora bajarê Şehbayê yê bakurê Siwêdayê hat bihîstin.

(bb)