Sancar: Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar got, Rêber Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bûye û anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê koordînasyona Rêber Abdullah Ocalan girîng e.

Sancar: Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû
31 cotmeh, 2026   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar derbarê rojevê de ji Medya Haber TV’yê re nirxandin kir.

Sancar diyar kir ku ev du meh in di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sekinîn çêbûye û anî ziman ku piştî gavên Tevgera Kurd avêtiye divê deste biçe Îmraliyê. Sancar da zanîn ku desteya ku wê bi Rêber Abdullah Ocalan re bixebite Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye û diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê koordînasyona Rêber Abdullah Ocalan girîng e.

Sancar anî ziman ku pêvajo bi bendewarî û daxwazên yekalî nayê meşandin û diyar kir ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên bingehîn divê dewlet dev ji helwesta xwe ya hişk berde. Sancar got, “Pêngava ku wê girêka esasî veke Birêz Ocalan e. Ez ne di wê baweriyê de me ku ev meseleyeke ku nayê derbaskirin e, lê ji bo ku bê derbaskirin divê aliyê dewletê dev ji helwesta xwe ya bi israr û hişk berde.”

Sancar destnîşan kir ku armanca Rêber Abdullah Ocalan ew e ku Kurdan wekî kirdeyeke siyasî bike yek û wiha axivî: “Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû. Qebûlkirina Birêz Ocalan a derbasbûna wê derê, lezbûnê pêwîst dike.”