Siyasetmedar Ezher Ehmed: Divê pirrengiya siyasî ya Sûriyeyê bê misogerkirin

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezher Ehmed destnîşan kir ku siberoja Sûriyeyê girêdayî misogerkirina azadiya xebatên siyasî û derxistina qanûna birêxistinkirina xebatên partiyan e, divê di destûrê de mafê xebatê bê misogerkirin.

Siyasetmedar Ezher Ehmed: Divê pirrengiya siyasî ya Sûriyeyê bê misogerkirin
1 mijdar, 2026   02:55
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezher Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku siberoja siyasî ya li Sûriyeyê girêdayî asta hêza desthilata veguhêz a sûdgirtina ji tecrubeyên borî ye, li gorî derfeta li pêşiya partiyan û hêzên siyasî ji bo pêkanîna xebatên xwe bi awayekî azad e.

Ezher Ehmed destnîşan kir ku li Sûriyeyê ji piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn heta niha xebatên siyasî berdewam dikin, bi taybet li herêma Cizîrê, tevgera siyasî ya kurdî, ya suryanî û erebî jî xwedî roleke çêker a ji bo pêkanîna daxwazên pêkhateyan û mafê wan bû.

Ezher Ehmed got: “Muxalefet tenê desthilat red nedikir, ew daxwaza guhertina bingeha pergala navendî û pêkanîna bangên pêkhateyan jî dike, partiyên siyasî yên kurdî, suryanî û erebî jî xwedî daxwazên di cihên rast de ne.”

ASTENGIYÊN QONAXA VEGUHÊZ

Têkildarî mijara rewşa xebatên siyasî piştî hilweşîna rejîma Bass`ê û hatina desthilata veguhêz a li Şamê Ezher Ehmed wiha anî ziman: “Hinek siyasedmedarên di nava desthilata veguhêz û hikumeta veguhêz a heyî de, li siyaset û partiyan wekî ku qedexe ne dinerin, naxwazin xebatên siyasî yên çêker hebin, ew ji xebatên ji bo pêkhateyên heyî, heqîqeta herêmê û dosyayên ku bi hacetî çareserkirinê ne ditirsi.”

Ezher Ehmed da zanîn ku divê desthilata veguhêz ji nû ve rewşa tevgerên siyasî binirxîne, dûrî nêzîkatiyên teng ên ku dighêjin paşguhkirina hêzên siyasî û rêgirtina ber xebatên siyasî, rewşa Sûriyeyê bi awayeke rast bibîne.

QANÛNA PARTIYAN Û MISOGERIYÊN DESTÛRÎ

Ezher Ehmed destnîşan kir ku divê qanûna taybet bi partiyên siyasî ya ku rê dide xebatên xwe wekî sîstema xwe ya hundirîn bi rê ve bibe, bê danîn, her wiha divê ew qanûn makanîzmeya rêdayîneke fermî bide, li gorî wê jî mafê partiyan di destûra Sûriyeyê de misoger bike, bi vê gavê azadiya xebatên siyasî pêk tê, têkiliya di navbera partiyên siyasî û saziyên dewletê tê birêxistinkirin.

Ezher Ehmed diyar kir ku pergala heyî ya li ser yek partiyê ne weke rastiya civaka Sûriyeyê û pirrengiya wê ye, bang li hikumeta veguhêz kir ku sûdê ji tecrubeyên xwe yên borî bigire, ji îdeyolojiyên xwe yên berê dûr bikeve, ji bo veguhestina welat ber bi qonaxa azadî û pirrengiya demokratîk ve bixebite.

‘PIRRENGIYA SIYASÎ ESASÊ AVAKIRINA SÛRIYEYÊ YE’

Der barê rêdayîna xebatên partiyan û misogerkirina mafê partiyan di destûrê de Ehmed got: “Divê ji bo hêzên siyasî warê xebitînê bê peydakirin, bi vê gavê mafê partiyan di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin.”

(sb)

ANHA