‘Piştgiriya ciwanan ji bo siberojeke xurt esas e’

Ciwanên Dirbêsiyê destnîşan kir ku divê ciwan hişmendiya siyasî û civakî geş bikin û piştgiriya ciwanan ji bo siberojeke bihêz a civakê esas bigirin.

‘Piştgiriya ciwanan ji bo siberojeke xurt esas e’
4 îlon, 2026   04:25
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Têkildarî rola ciwanan di avakirin û pêşxistina civakê de, girîngiya perwerde û çandê, geşkirina hişmendiya siyasî û civakê, ciwanên bajarê Dirbêsiyê ji ajansa me re axivîn.

Ciwana bi navê Xezala Ehmed diyar kir ku ciwan bi rêya xwendin û perwerdeyê xwe bi pêş dixin, bi vê gavê re dikarin zêdetir pêdiviyên civaka xwe fêm bikin û wê jî xwendin û perwerdeya xwe domand û bi vê wesîleyê di temenê xwe yê ciwan de gihîşte asta rêveberiyê.

Xezala daxwaz ji ciwanên Rojava kir ku girîngiya xwepêşxistin û xweparastinê nas bikin, têkiliyên tendurist bi civakê re ava bikin, fikrên kesên derdora xwe qebûl bikin û nîqaş bikin, ji ciwanan tê xwestin ku xwe di milê fikrî, çandî û civakî de bi pêş bixin.

Xezalayê behsa girîngiya fêrbûna ziman û perwerdeyê ji bo jinên ciwan û ciwanan kir û da zanîn ku divê ciwan bi zimanê xwe bixwînin û pê serbilind bin.

HIŞMENDIYA SIYASÎ Û CIVAKÎ

Xezala Ehmed diyar kir ku divê ciwan di qada siyasî de hêza xwe ava bikin, medyaya dijîtal jî bûye wesîleyek û li gel her kesî tê dîtin, li şûna bikaranîna wê ji bo mijarên sûdê nadin, girîng e ku ciwan nûçe, geşedanên siyasî û civakî bişopînin.

Xezalayê da zanîn ku dema ku civak bi paşguhkirina hêza ciwanên xwe, gelek tiştan ji dest xwe dibe, astengî hene, ew jî ji milê malbat û civakê ve tên, şerê taybet jî li aliyekî din heye, derketina li hemberî van astengiyan divê bi hişmendiyeke domdar a pêşketî pêk were.

ÇAND, PERWERDE Û AVAKIRINA KESAYETÊ

Neda Hisên bal kişand ser girîngiya hebûna ciwanên rewşenbîr û daxwaz ji ciwanan kir ku pirtûkan bixwînin.

Neda Hisên destnîşan kir ku xwendin û naskirina çandê ji bo avakirina kesayeta ciwanan esas in, dihêlin ku ew bêhtir civaka xwe bizanin, hişmendiya siyasî beşeke sereke ya vê yekê ye, nabe ku ciwan dûrî tişta ku li derdora wî rû dide bin.

Neda Hisên ji ciwanan xwest di hundirê malbat û derdora xwe guhertinan çêbikin, xwe û civaka xwe pêşbixin, perwerdeya ku ciwan bigirin jî divê ne tenê fikrî, siyasî yan leşkerî be, divê di nava xwe de dan û standin û diyalog hebe.

Neda Hisên behsa astengiyên ku ji sala 2011`an ve heta roja îro rastî ciwanan tê kir û destnîşan kir ku şer û rewşa herêmê bi awayeke berfireh bandor li jiyana wan kir, gelek ciwan ji zarokatî, perwerde û dibistanên xwe mehrûm man, di danûstendina bi civakê re jî zehmetî dîtin, ev bandoreke mezin li jiyan û siberoja wan kir.

Nedayê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku ciwan xwedî hêzeke canî, fikrî, fêrbûna xebatê û pêşxistina fikran in, girîngiyeke mezin dide ciwanan.

Nedayê got siberoj bi destê ciwanan tê avakirin, pêşxistina ciwanan ji hêla fikrî, çandî, siyasî û civakî, dayîna derfetên fêrkirin û perwerdeyê ji bo wan, dê civakeke bi hêz ava bike.

(sb)

ANHA