Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin

Bihabûna tov, semad, sotemenî, kirêya cotkirinê û deregmayîna dayîna fatureyên genim hiştiye ku cotkarên li herêma Cizîrê zeviyên xwe ji çandiniya avî bikin çandiniya bejî.

Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
Nebûna destekdayînê hiştiye zeviyên çandiniyê kêm bên çandin
28 cotmeh, 2026   08:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji ber bilindbûna buhayên tov, semad, sotemenî, kirêya cotkirinê, derengmayîna dayîna pereyên fatureyên berhemên genim ên mewsimê borî, li hemberî cotkarên herêma Cizîrê zehmetiyên amadekariya mewsimê çandiniyê derdikevin, ev jî dihêle ku cotkar ji çandiniya avî berê xwe bidin çandiniya bejî.

Cotkarê bi navê Nebîl Yûxna diyar kir ku wan dest bi cotkirina zeviyên xwe kirine û erdê xwe ji bo çandina genim û ceh amade kirine, lê ji ber bilindbûna lêçûna çandiniyê wan berê xwe daye çandiniya bejî.

Nebîl Yûxna destnîşan kir ku wan mewsimê borî 500 donim bi çandiniya avî çêkirin, lê ji ber bihabûnê û zehmetiya dabînkirina pereyên pêwîst ew ê tenê 150-200 donimî çêbikin.

BUHAYÊN TOV Û SEMADÊ BILIND BÛNE

Yûxna da zanîn ku buhayê toneke tovê genim ê baş li gel bazirganan sala borî ji 320-350 dolarî bû, niha jî bûye 600 dolaran, beşên din ên kêmqelîte jî ji 400-450 dolarî ne.

Nebîl Yûxna diyar kir ku buhayê toneke semad ji 350 dolarî bû 500 dolaran, ev barê cotkaran giran dike, zevî jî di qonaxên cuda de jî bi hacetî semadê ne.

KIRÊYA COTKIRINÊ Û SOTEMEMÎ BIHA NE

Têkildarî sotemeniyê, Yûxna da zanîn ku li benzînxaneyan buhayê lîtreke mazot bi 175 lîreyên Sûriyeyê yê nû ye, bihabûna sotemeniyê jî lêçûneke zêde dide bikaranîna alavên çandiniyê û amadekirina zeviyan.

Yûxna diyar kir ku kirêya cotkirinê di mewsimê borî de, ji bo donimekî ji 7 dolaran bibû 10 dolar, niha jî bûye 20 dolaran, ev jî li gorî cureya cotkirinê û xizmetguzariyan diguhere.

DAXWAZÊN PIŞTGIRIYÊ

Yûxna daxwaza dayîna fatureyên cotkaran, dayîna tov, semad û sotemenî bi buhayên guncaw kir, da zanîn ku li herêma Cizîrê çandiniyê bi hacetî destekdayînekê ye, divê ji bo kêmkirina barê cotkaran rêkarên lezgîn pêk werin û pêdiviyên berhemdayînê di dema xwe de bên dabînkirin.

(sb)

ANHA