YBŞ: Serkeftina rêkeftinê girêdayî mîsogerkirina mafên civaka Êzidî ye

Li Çiyayê Şengal bi merasîmeke hevpar a artêşa Iraqê û fermandariya YBŞ-YJŞ’ê rêkeftina di navbera Bexda û Şengalê de hate ragihandin. Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku ew li gel 4165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal a Iraqê dibin. YBŞ’ê destnîşan kir ku serkeftina rêkeftinê girêdayî cîbicîkirina lihevkirina ye û ev peyam da: “Em girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiyên xwecihî li Şengalê, û kûrkirina demokrasiyê bi awayê ku tevlîbûna hemû pêkhateyan mîsoger bike, destnîşan dikin.”

YBŞ: Serkeftina rêkeftinê girêdayî mîsogerkirina mafên civaka Êzidî ye
26 cotmeh, 2026   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Çiyayê Şengalê şahidî li ragihandina rêkeftineke girîng û dîrokî ya di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û hêzên parastina Şengalê YBŞ-YJŞ’ê dike. Piştî hevditînên dûvdirêj yên di navbera Şengal û Bexdayê de ku ji destpêka sala 2026’an ve berdewam dikin, îro rêkeftina di navbera her du aliyan de li Çilmêra ku lûtkeya Çiyayê Şengalê ye hate ragihandin.

Li Çiyayê Şengalê merasîmeke hevpar a bi beşdariya fermandariya YBŞ-YJŞ’ê, 60 şervanên hêzên parastina Şengalê, dayik û oldarên Êzidî, rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, Parêzgarê Nînowayê û hejmarek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê hate lidarxistin. Ragihandina vê rêkeftinê ya di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêşdikeve ku ji bo mîsogerkirina mafê xweparastin û xwerêvebirinê ya civaka Êzidî û hemû gelê Şengalê weke gaveke girîng û dîrokî ya yekem tê nirxandin. Di merasîmê de, hem daxuyaniya YBŞ-YJŞ’ê hem jî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê cuda cuda hatin xwendin. Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê ji aliyê Tîrêj Şengalî ve hate xwendin. Daxuyaniya Iraqê jî ji aliyê berdevkê Ofîsa Ragihandina serokwezîrê Iraqê Sabah Numan ve hate xwendin.

4165 Şervan Beşdarî Ewlehiya Federal Dibin

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de hate ragihandin ku wê hêzên YBŞ-YJŞ’ê li gel 4165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal bibin ku wê ev pêngav bibe zemîneke xurt di hevpariya netewî û berpirsyariya netewî de.

BANG Jİ BO CÎBİCÎKİRİNA LİHEVKİRİNÊN Dİ NAVBERA ŞENGAL Û BEXDAYÊ

Di daxuyaniya YBŞ’ê de parastina mafên şervanan, parastina rûmeta şehîdan, ewlehiya Şengalê, mîsogerkirina maf û nasnameya gelê Şengalê wekî şertê pêkanîna vê rêkeftinê hate destnîşankirin û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê, serkeftina vê rêkeftinê cîbicîkirina ciddî ya lihevkirinan, ji holê rakirina bandorên komkujiyê, ronkirina çarenûsa windahiyan, dabînkirina dadmendiyê ji bo malbatên qurbaniyan, amadekirina mercên ji bo vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê, û her wiha mîsogerkirina ku karesat careke din dubare nebe, pêwîst dike.”

XURTKİRİNA ROLA RÊVEBERİYA XWECİHÎ YA ŞENGALÊ

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de her wiha ji bo pêşketina proseya entegrasyona demokratîk, naskirina îradeya gelê Şengalê û saziyên wê wiha hate destnîşankirin: “Em girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiyên xwecihî li Şengalê, û kûrkirina demokrasiyê bi awayê ku tevlîbûna hemû pêkhateyan mîsoger  bike da ku Şengal bibe konekî hembêzker ji bo zarokên xwe, destnîşan dikin.”

Berfirehiya daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê bi vî rengî ye;

Bİ NAVÊ XWEDÊ Û TAWÛSÊ MELEK

Wekî dilsoziyek ji bo xwîna şehîdan û ji bo parastina rûmeta gelê me, em bîranîna şehîdên jenosîda Êzidiyan û tevahiya şehîdên Iraqê dikin, di serî de şehîd fermandar Ebû Nûrî, Mam Zekî, Şêx Xeyrî, Şehîd Bêrîvan û Berfîn, Şehîd Zerdeşt Şingalî, şehîd firokêvan Majid Temîmî, şehîd Merwan Bedel (Dîjwar Feqîr) û hemû kesên ku canê xwe di oxira parastina axa Iraqê û gelê wê û serweriya wê de bexşîn, her wiha hemû kesên ku alîkar û piştgirê civaka Êzidî bûn ji rojên destpêkê yên jenosîdê ve heta roja me ya îro. Qurbankirin û helwestên wan ên bilind wekî emanetekî di stûyê me de dimînin û peymanek e ku tu carî di bîra me de winda nabe.

EM GİHÎŞTİN RÊKEFTİNEKÊ Lİ GEL IRAQÊ

Di encama baweriya me bi yekparçebûna Iraqê û serweriya wê û di ber xemxwuriya me ji bo çespandina asayîş û aramiyê li Şingalê de, em radigihînin ku me bi Hikûmeta Federal a Iraqê re derbarê bidawîanîna peywendiya leşkerî ya serbixwe ya hêzên me (Yekîneyên Berxwedana Şingalê û Yekîneyên Jinên Şingalê) ku hejmara wan digihe 4165 şervanên kur û keç û entegrebûna wan di nava sîstema ewlehiyê ya federal û rêxistinkirina çekan di destê dewletê de, li gorî çarçoveyên qanûnî û sazûmanî û têgihiştinên li ser hatine lihevkirin, gihiştiye rêkeftinekê, bi awayekî ku bibe bingehê qonaxeke nû di hevbeşiya nîştimanî û berpirsiyariya hevbeş de.

ÇİYAYÊ ŞENGALÊ Bİ SERBİLİNDÎ Lİ SER PİYAN MA

Ev rêkeftin di çarçoveya dîroka Şingalê û wê jenosîdê de tê, ku gelê me yê Êzidî di Tebaxa 2014’an de li ser destê çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî tê re derbas bû, gava ku rûbirûyî kuştin, revandin, koçberî û metirsiya nemabûnê bû. Di wê demê de ku parêzgeha Nînowayê jî di nav de nêzîkî sêyeka rûberê Iraqê ket bin desthilata wê rêxistina terorîst, Çiyayê Şengalê, bi leheng û zarokên berxwedana Êzidî re, yên ku gelê xwe, axa xwe û rûmeta xwe parastin, û îradeya berxwedan û hebûnê li dijî komkujiyê şênber, bi serbilindî li ser piyan ma.

YBŞ-YJŞ Dİ NAV ÊŞA KOMKOJİYÊ DE AVA BÛN

Di wê kêliya çarenûsî de, ji bo parastina gelê ku rastî komkujiyê hatibû, axa ku dihate xwestin ji kokê were qutkirin û rûmeta ku serî tewandin red kir, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji nava êşê û îradeya jiyanê çêbûn. Şervanên me bi jin û xort, şerê parastinê û rizgariyê pêk anîn, ji bo parastina gelê me û axa me, me 530 şehîd û sedan birîndar dan. Em yekem kes bûn ku piştî têkbirina rêxistina terorîst DAÎŞ’ê, alaya Iraqê li Şingalê hildan, me teyît kir ku Şingal beşeke ku ji Iraqê veqete nîne û parastina me ya ji gelê me re ji berpirsiyariya me ya nîştimanî hîç qut nebûye.

PÊWÎST E RÊKEFTİN Bİ GİŞTÎ WERE PÊKANÎN

Îro jî, ne rûpela dîroka xwe em dadixin û ne jî fedekariyên salên berxwedanê înkar dikin, belê ji qonaxeke ku jenosîd û şer li ser me hatibûn sepandin, em derbasî qonaxa xebata di nava saziyên dewletê de dibin. Em tekez dikin ku rêxistinkirina çekan di destê dewletê de û yekxistina biryara ewlehiyê bingeh e ji bo çespandina serweriyê û rêgirtina li vegerandina terorê û xurtkirina aramiyê, bi şertê ku cîbicîkirina rêkeftinê li gel parastina mafên şervanên me be, parastin û rêzgirtina li rûmeta şehîdan û misogerkirina asayişa Şingalê û maf û taybetmendiyên xelkê wê be.

XURTKİRİNA RÊVEBERİYA XWECİHÎ YA ŞİNGALÊ

Hêza dewletê tenê bi şiyana sepandina desthilata xwe nayê nirxandin, belê bi şiyana hembêzkirina welatiyên xwe û naskirina qurbaniyên wan û dabînkirina mafên wan tê pîvan. Lewma serkeftina rêkeftinê pêwîstî bi cîbicîkirina cidî ya xalên wê û çareserkirina şopên jenosîdê û eşkerekirina çarenûsa windayan û dabînkirina dadperweriyê ji bo malbatên qurbaniyan û amadekirina zeviyê ji bo vegerandina koçberan û avedankirina Şingalê û piştrastbûna ji wê yekê ku ew karesat qet careke din dubare nebe, heye. Her wiha em tekezî li ser girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiya xwecihî ya Şingalê û çespandina demokrasiyê bi awayekî ku mîsogeriya beşdariya hemû pêkhateyan bike û bike hêzeke yekgirtî ji bo hemû xelkê wê, dikin.

DİVÊ RUHÊ NİŞTİMANÎ Dİ QONAXA CÎBİCÎKİRİNÊ DE BERDEWAM BE

Spasiya ya xwe ya kûr arasteyî birêz Serokwezîrê Iraqê, aliyên hikûmî, ewlehî, siyasî û civakî, komîte û şandên peywendîdar û hemû kesên ku ji rojên pêşîn ên jenosîdê ve heta îro piştgirê civaka Êzidî bûn û her kesê ku beşdarî di serxistina danûstandinan û nêzîkkirina nêrînan û rakirina astengiyan de kir, dikin. Em hêvîdar in ku ev ruhê nîştimanî di qonaxa cîbicîkirinê de berdewam be, ji bo ku berdewamiya rêkeftinê bê misogerkirin û armancên xwe bigihîne û asoyeke nû ji bo aramî û hevkarî û xizmetkirina hemû xelkê Şingalê veke.

SERKEFTİNA HERÎ MEZİN HEBÛNA AZAD A GELÊ ME YE

Ji bo malbatên şehîdan, birîndar û windayan, ji bo gelê me yê Êzidî û tevahiya Iraqiyan, em dubare dikin ku fedekariyên me ne taybet ji bo çekan bû, belê di oxira mirov, ax, rûmet û jiyanê de bûn. Me erka xwe di eniyên rûbirûbûnê de cîbicî kir û îro jî di qonaxeke nû de em ê berdewam bin li ser berpirsiyariya xwe, di demekê de ku yekrêziya Iraqê û serweriya wê, asayişa Şingalê û rûmeta xelkê wê û avakirina pêşerojeke aram û dadperwer ji bo hemû zarokên xwe, xistiye serê her tiştî.

Dilsoziya me ji bo şehîdan ne ew e ku mirov dîlgirtiyê şer bimîne, belê ew e ku em parastinê li ser wê tiştê bikin ku wan di oxira wê de canê xwe bexşîn, serkeftina herî mezin a li dijî komkujiyê ew e ku gelê me li ser axa xwe, li welatê xwe Iraqê, bi mafên xwe yên parastî bi awayeke zindî, azad, ewle û bi hebûna xwe ve berdewam bike.”