Hêzên Îsraîlê kesek li Derayê girt

Hêzên Îsraîlê li çemê gundê Koya yê rojavayê Derayê kesek girt, di heman demê de dewriyeyeke Îsraîlê derbasî gundê Terence yê bakurê Quneytîrayê bû.

Hêzên Îsraîlê kesek li Derayê girt
1 mijdar, 2026   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li çemê gundê Koya yê rojavayê Derayê kesek di dema berhevkirina zeytûnan de girt. Lê tu agahiyên dîtir der barê sedemên girtinê yan jî ber bi ku ve hatiye veguhastinê de nehat dayîn.

Dewriyeyeke Îsraîlê vê sibehê derbasî gundê Terence yê bakurê Quneytîrayê bû. Bi vê yekê îro 3 car e hêzên Îsraîlê derbasî herêmên cuda yên li başûrê Sûriyeyê dibin.

(f)