Ji konekî ber bi konekî din ve: Êşa koçberiyê û hêviya vegerê

Fatma El Mihemed û Emîna El Casim ji 2 konên ku ji wan re bibûn mal li Kamp Newroz û salên dirêj lê man, niha berê xwe da konekî din ê li gundê xwe yê li Serêkaniyê, tevî ku dizanin ku li vegerê jî zehmetî hene, her du jinên koçber êşa 7 salên koçberiyê hilgirt û ber bi gundê xwe bi rê ketin.  

Ji konekî ber bi konekî din ve: Êşa koçberiyê û hêviya vegerê
Ji konekî ber bi konekî din ve: Êşa koçberiyê û hêviya vegerê
Ji konekî ber bi konekî din ve: Êşa koçberiyê û hêviya vegerê
27 cotmeh, 2026   05:48
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-BOTAN HISÊN

Ji bo Fatma El Mihemed û Emîna El Casim veger ne rêwîtiyek e ku bi gihîştina gund bi dawî bibe, ew bû veguhastina ji konê koçberiyê ber bi konekî din ve, piştî salên dirêj ên dûrî mala xwe niha li hember rewşeke nebaştir rû bi rû ne.

Destpêka salên koçberiya şêniyên Serêkaniyê, Fatma El Mihemed a ji gundê El Soda xwe li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê dît, piştî jiyana bi salan a li kampê, di vê demê de tevî ku dizane vegera li gund zehmetiyan ji holê ranake û ew ê li gundê xwe ji nû de dest bi avakirina jiyanê bike, di rewşa li herêmê de pêdiviyên jiyanê yê sereke jî tune ne, ew biryar da ku vegere gundê xwe.

Fatma El Mihemed dibêje ku dema bighêje gundê xwe yê girêdayî bajarê Serêkaniyê ew ê konê xwe mîna salên koçberiyê vegire, wê konê xwe ji bo xwe bike stargeheke mîna ku li kampeke din e.

Fatma El Mihemed behsa rêwîtiya koçberiyê kir û got: “Dema em vegerin gundê xwe, mîna ku me li 3 kampên koçberên Serêkaniyê (Waşûkanî, Serêkaniyê, Newroz) konê xwe vegirt, em ê konê xwe li gundê xwe jî vegirin,.”

Tevî ku li gundê wan pêdiviyên jiyanê yên esasî tune ne jî, Fatma dibîne ku veger ji mayîna li kampên koçberiyê çêtir e, lê ev gav zehmetiyan ji holê ranake, destpêkê divê ew av û nan ên ku dest ji wan nayê berdan rojane dabîn bikin.

Fatma dizane ku veger jiyana wê ya berê di yek carî de jê re venagerîne, lê divê ew li gorî rewşa nû rû daye tevbigere, tiştên li pêşiya wê sînordar in, lê tevî zehmetiyan dibîne ku veger ew e gava ku dikare îro bavêje ye.

Wekî çîroka Fatma, Emîna El Casim jî çîrokeke xwe ne kêmî ya Fatma heye, ew 7 salan li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê maye, piştre dema vegera gundê xwe yê bi navê Um Hecera yê girêdayî bajarê Serêkaniyê hatiye.

Ji bo Emîne kon ne stargeheke demkî ye, ew bi salan di bin kon de jiyan kiriye, di nava kon de bi zarokên xwe re hemû hûrgiliyên jiyanê dîtiye, ew li benda roja vegera li gundê xwe maye, îro bi amadekariyên vegerê re, ew tenê dikare kon û tiştên xwe li seyareya veguhestinê bike, berê xwe bide gundê xwe.

Bi van gotinan Emîna rewşa giran a ku gelek malbatan di kampan de jiyan kiriye anî ziman: “Na weleh cihek ku em lê rûniştinekê bikin tune ye, em ê konê xwe vegrin û tê de bi zarokên xwe re bimînin.”

Piştî 7 salên koçberiyê, Emîne bêyî hebûna maleke amade ji bo mayînê, vedigere gundê xwe ji nû de konê xwe yê ku li kampê pê re bû vedigire, di navbera kêfxweşiya vegerê û giraniya rewşa ku li bendê ye, ew dizane dema gihîştina vegerê destpêka qonaxeke din a têkoşîna ji bo dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji bow ê û zarokên wê ye.

Emîna destnîşan kir ku nebûna kehrebe, nan û hwd.. wê bihêle rojên bê zehmet bin, lê ew li şûna mayîna li cihekî derveyî xaka xwe, dixwaze vegere gundê xwe.

VEGERA LI WARÊ XWE... ZEHMETIYÊN KU BI DAWÎ NEBÛNE

Serpêhatiya Fatma El Mihemed û Emîna El Casim li gel gelek hûrgiliyan mîna hev in, salên ji warê xwe dûr hene, konên wan ên ku ji bo wan bûbû malên demkî hene, niha jî her du jin vedigerin gundên xwe, lê tenê wan karîbû konên xwe veguhêzin.

(sb)

ANHA