Li Fransayê xwendekarên lîseyê banga boykotê kir

Li Fransayê xwepêşandanên bi pêşengtiya ciwanan dewam dikin. Rêxistina Lîseyiyan bang kir ku ji roja duşemê û şûnde lîse bên blokekirin.

Li Fransayê xwendekarên lîseyê banga boykotê kir
1 mijdar, 2026   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fransayê tedbîrên ku hikumetê li hemberî daxwazên ciwanan ragihandî, ji bo rawestandina protestoyan têrker nebûn. Serokê Rêxistina Lîseyiyan Pierre Sourzat roja duşemê daxuyanî da û ragihand ku ji roja duşemê û şûnde wê li lîseyan boykot dest pê bikin.

Sourzat ji radyoya RMC’ê re axivî û diyar kir ku piştî betlaneya 15 rojî wê çalakî jinûve dest pê bikin. Sourzat polîtîkayên hikumetê rexne kirin. Sourzat ragihand ku hin lîse wê ji roja duşemê û şûnde bên blokekirin û îfade kir ku ew destekê didin çalakvanan.

Sendîkaya Xwendekarên Lîseyê (USL) û Yekitiya Xwendekaran jî roja şemiyê bang kir ku di navbera 3 û 5’ê Mijdarê de lîse û zanîngeh bên boykotkirin. Ji bo 5’ê Mijdarê her wiha sendîkayan banga greva giştî kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî roja pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku daxwazên ciwanan tên guhdarkirin. Macron xwestibû ku ders di hawireke sakîn de jinûve destvpê bikin.

Wezareta Karên Hundir ragihand ku li seranserî Fransayê 320 hezar kes tev li xwepêşandanan bûn û ji van 70 hezar kes li Parîsê ne. Sendîkayên ciwanan jî bilêv kir ku hejmara beşdaran nêzî 500 hezar bûye, li Parîsê 200 hezar kes derketine kolanan.

Li Bordeauxê jî li gorî polîsan 11 hezar kes, li gorî sendîkayan jî 70 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne.

Li gorî daneyên Parastina Sivîl di xwepêşandanên 31’ê Cotmehê de 60 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 4 kesan giran e. Heman rojê hate diyarkirin ku 18 wezîfedarên ewlekariyê jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku li seranserî welêt 565 kes hatine binçavkirin. Li Parîsê jî 4 polîs û cendermeyek birîndar bûn.