Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê

Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê sala 2011`an, doza Kurdî derbasî qonaxeke nû bû. Kurd bûn aliyeke çalak li Sûriyeyê, xwe gihand tecrubeya Rêveberiya Xweser û QSD`ê, piştî hilweşîna rejîmê sala 2024`an, derbasî qonaxa danûstendina bi Şamê re bû, paşê pêvajoya entegrasyonê, bi van gavan doza Kurdî derbasî pêvajoya siyasî û destûrî bû.

Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê, paşê hevkarê avakirinê
2 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Kurd li Sûriyeyê..ji şoreşê ber bi hevkarê avakirina dewletê

Dema ku Şoreşa Sûriyeyê di duhara 2011`an de dest pê kir, dozên civaka Kurd ên girêdayî welatîbûnê, nasname, ziman, hemwelatîbûn, milkiyet û azadiya siyasî komî ser hev bibûn. 

Di demekê de ku doza Kurdî daxwaza çareserkirina dosya hemwelatiyê dikir, ew doz derbasî asta doza naskirina nsanameya Kurdî, misogerkirina mafê çandî, zimanî û siyasî bibû, şoreş dest pê kir. Daxwazên giştî yên Sûriyeyan ji bo azadî, edalet û bi dawîkirin çewisandinê jî hebû.

Di 7`ê Nîsana 2011`an de, wekî hewildan ji bo pêkanîna daxwazên Kurdan, Beşar El Esed biryareke zagonsazî bi hejmara (49) a ji bo Kurdên ku biyanî hatibûn hesbiandin û mafê xwe yê hemwelatîbûn bi dest nexistibûn li Parêzgeha Hesekê derxist. Di biryarê de hatibû diyarkirin ku nsaname ji bo kesên ku navên wan di lîsteyên biyanîbûnê de hatiye nivîsandin nasname were dayîn. Lê ev biryar ne ji bo kesên bê nasname hatine hiştin, tenê ji bo beşekê bû.

TECRUBEYEKE ÎDARÎ YA NÛ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Bi rizgarkirina herêmên Rojava ji rejîma Baas, piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an ji bajarê Kobanê, hêzên siyasî û civakî yên herêmî saziyên rêveberiya herêmê li herêmên derveyî kontrola hikumeta navendî damezrandin.

Bi pêşketina vê tecrubeyê re, ji meclisên gelêrî û heykeliyên îdar a ber bi nimûneya herî bi rêxistinkirî ve, hêzên Kurdî, Erebî, Suryanî û pêkhateyên beşdar bûn. Piştre sala 2014`an Rêveberiya Xweser li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrîn hat ragihandin.

Ev tecrube xwe weke projeyeke Kurdî ji Sûriyeyê cuda neda wesifkirin, ew xwe wekî nimûneyeke rêveberiya herêman a xwecihî di çarçoveya siyasî ya hemû pêkhateyan û pêşxistina saziyên herêmî û rêveberiya karûbarên şêniyan diyar kir. Pê re nakokiyên bi Şamê re têkildarî awayê dewletê û asta nenavendîbûnê berdewam dikir.

Di salên piştre saziyên Rêveberiya Xweser berfreh bûn û sektorên wê yên mîna sivîl, xizmetguzarî, perwerde û ewlehî hatin avakirin, dema behsa pêşeroja dewleta Sûriyeyê dihate kirin, tecrubeya rêveberiya xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji dozên li ser maseyê bû.

ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ`Ê Û PÊŞKETINA QSD`Ê

Bi belavbûna çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyeyê û Iraqê, herêmên Rojava bû yek ji girîngtirîn qadên derketina li hemberî çeteyan. Di Cotmeha 2015`an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wekî koalîsyoneke leşkerî ku ji hêzên Kurdî, Erebî, Suryanî û pêkhateyên din pêk tê hat damezrandin. QSD`ê bû hêzeke sereke ya ku pêşengtiya şerê li dijî DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

QSD`ê li dijî DAIŞ`ê şereke balkêş kir, yek ji wan jî di salên 2014-2025`an li Kobanê bû, piştre operasyonên leşkerî yên ji bo rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê bû, ew DAIŞ`ê ji kontrolê xist û li Baxozê sala 2019`an têk bir.

Ev rol QSD`ê kir aliyeke sereke li Sûriyeyê, hişt ku hebûna doza Kurdan li ser asta herêmî û navneteweyî bê pêşxistin.

Li pêşketina doza Kurdî bi vî awayî li gorî dewleta Tirk nehat, lewma ew ji destpêka avabûna projeya Rêveberiya Xweser bi rêya komên çeteyan yên ku ew wan avakiriye êrişî herêmên Kurdî kir. Piştî ku ew komên çeteyan di pêkanîna planên xwe de biserneketin, dewleta Tirk bi artêşa xwe derbasî Sûriyeyê bû ji sala 2016`an li gundewarên Minbicê û El Bab ve êrişî vê projeyê kir, paşê sala 2018`an berê xwe da Efrîn, sala 2019`an êrişî Serêkaniyê û Girê Spî jî kir, heta demeke nêzî dema niha êrişên xwe bi rêya balafirên bê mirova yên bi çek berdewam kirin.

DOZA KURDÎ DI LÊGERÎNA ÇARESERIYEKE SÛRIYEYÎ DE

Di salê şer de, doza Kurdî ne derveyî nîqaşa têkildarî pêşeroja Sûriyeyê bû, ew bû girêdayî pirsên der barê destûr, nenavendî, parçebûna deshilatê, çavkaniyan û misogerkirina mafê pêkhateyan.

Di vê qonaxê de hevdîtin, kongre, hewildanên diyaloga di navbera hêzên Kurdî û Sûriyeyî de derketin holê, li kêlek wê nîqaşên di nava muxalefeta Sûriyeyê û li ser astên navneteweyî derbarê awayê dewleta Sûriyeyê ya bê çêbûn.

Di heman demê de, hêzên Kurdî di qonaxên cuda de diyar kir ku daxwazên wan ne li derveyî yekkirina Sûriyeyê ye, ew girêdayî careke din avakirina têkiliya di navbera navend, herêman li ser esasê hevkariyê, hemwelatîbûn û wekheviyê ye. 

HILWEŞÎNA REJÎMÊ Û RÛPELEKE NÛ

Hilweşîna rejîma Beşar El Esed di Kanûna 2024`an de guhertineke cewherî li Sûriyeyê çêkir, li pêşiya qonaxeke nû ya veguhêz derî vekir û bû mijara ji nû ve avakirina saziyên dewletê, têkiliya Şamê bi herêm û hêzên ku berê derveyî kontrola hikumetê bûn.

Şamê, QSD`ê û Rêveberiya Xweser bi hev re têkildarî têkiliyên di navbera her du aliyan di 10`ê Adara 2025`an derbasî qonaxa diyalogê bûn, Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê û Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera hevpeymaneke têkildarî entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên di navbera li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên dewleta Sûriyeyê îmze kir, di hevpeymanê de mafê Kurdan di hemwelatîbûnê û mafê destûrê hat misogerkirin, li aliyeke din agirbest hat ragihand û projeyên parçebûnê hatin redkirin. Di hevpeymanê de biryar hat girtin ku deriyên sînorî, balafirxane, zeviyên petrolê û gazê entegreyî rêveberiya dewletê bibin.

Ji ber ku têkiliya di navbera her du aliyan ve ji rêveberiyeke ji hev cuda, ber bi entegrekirinê bir, ev hevpeyman temsîla veguhertineke girîng kir. Li aliyeke din der barê dosyayên esasî de hîn danûstendin didomin û pêk nehatine. 

JI LIHEVKIRINEKE SIYASÎ BER BI ENTEGREKIRINÊ VE

Hevpeymana Adara 2025`an bi awayeke temamker di çarçoveya dema ku jê re destpêkê hatibû danîn pêk nehta, nakokî der barê hûrgiliyên entegrasyonê, şêwazê rêveberiyê, pêşeroja hêzên leşkerî û ewlehî domiyan. Destpêka sala 2026`an rageşiyên leşkerî di navbera her du aliyan de zêde bûn, piştre pêvajoya diyalogê careke din dest pê kir û ber bi peymana 29`ê Çileyê çû.

Ji dema ragihandina peymanê pêvajo pêkanîna hûrgiliyên zêdetir yên entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî, îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser di çarçoveya saziyên dewleta Sûriyeyê de dest pê kir.

Di 20`ê Tebaxa 2026`an de Mezlûm Ebdê aşkare kir ku qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî temam bû, destnîşan kir ku qonaxa bê ji bo tesbîtkirina mafê Kurdan û pêkhateyên din di destûra Sûriyeyê de, wê bal bikşîne ser xebatên siyasî.

25`Ê TEBAXÊ..WEKÎ HÊZEKE SERBIXWE DAWIYA ERKA QSD`Ê

Piştî çend rojan di temamkirina qonaxa entegrasyonê de, di 25`ê Tebaxa 2026`an de xaleke din derkete holê, Mezlûm Ebdê li Koşka Gel a Sûriyeyê li Şamê bidawîbûna erka QSD`ê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe ragihand, diyar kir ku hêzên QSD`ê entegreyê saziyên dewleta Sûriyeyê bû.

Ev yek di çarçoveya pêvajoya lihevkirinan a ku ji Adara 2025`an dest pê kir, piştî hevdîtina Mezlûm Ebdê bi Serokê Hikumeta Veguhêz Ehemd El Şera li Şamê pêk hat.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya lîwayên artêşa Sûriyeyê de entegre bû, saziyên sivîl û ewlehî di çarçoveya entegrasyonê de ji bo saziyên dewletê hatin veguhestin.

Bi vê gave qonaxa ku zêdetirî dehsalan dirêj kir bi dawî bû, di wan salan de QSD`ê roleke leşkerî, ewlehî û siyasî ya ber bi çav li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîst, pêşeroja mafê Kurdan ên siyasî û destûrî girêdayî qonaxa siyasî ya dema pêş de maye.

FEWAZ OSMAN: DESTÛR Û NENAVENDÎBÛN MISOGERIYA MAF Û YEKKIRINA SÛRIYEYÊ YE

Lêkolînerê Dîrok û Şarestaniya Kurdî Fewaz Osman dibîne ku divê qonaxa bê li ser esasê hevkariyeke rastî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de pêk were. Divê Kurd di avakirina dewletê ne tenê wekî pêkhateyekê ku doza mafê xwe dike, lê weke hevkar bşedar be.

Osman got: “Tişta tê xwestin dewleteke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye, ew yekkirina Sûriyeyê diparêze û beşdariya hemû pêkhateyan misoger dike, dikarin ji tecrubeya îdarî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû avakirina sûd werbigirin.”

Osman da zanîn ku misogeriya esasî di destûreke demokratîk a zelal ku Kurdan wekî pêkhateyeke resen li Sûriyeyê nas dike, pêkan e. Pê re hemwelatiya wekev û hevkariya siyasî bê misgerkirin, ziman, çanda Kurdan bê parastin û cudekariya neteweyî bê qedexekirin.

Osman got: “Ez dibînim ku nenavendiya ku di milê niştîmanî ve li ser lihevkirinem misogeriyeke girîng ji bo beşdariya şêniyan di rêveberiya herêmên xwe de ava dike. Pê re jî yekkirina dewleta Sûriyeyê bê parastin.”

NASNAMA KURDÎ Û NASNAMEYA SÛRIYEYÊ

Osman xistina nasnameya Kurdî li hemberî nasnameya niştîmanî ya Sûriyeyê red dike, dibêje ku dayîna mafê ziman û çanda Kurdî, dibe ku bi girêdana bi temamî ya Sûriyeyê re were.

Fewaz Osman got: “Li vir nakokiya di navbera nasnameya Kurdî û nasnameya niştîmanî ya Sûriyeyê de tune ye, Kurd dikarin bi ziman û çanda xwe serbilind bin, di heman demê de girêdana xwe bi Sûriyeyê wekî welatiyên xwedî girêdaneke temamker bijîn. A tê xwestin naskirina ziman, çanda Kurdî, perwerdeya Kurdî û parastina wê ye. Ji nasnameya Sûriyeyê ya giştî divê li ser pirrengiyê bê avakirine ne li ser qedexekirina taybetmendiyan.”

JI RÊVEBERIYA XWESER BER BI XEBATÊN SIYASÎ VE

Di 25`ê Tebaxa 2026`an bi aşkarekirina erka QSD`ê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe re, doza Kurdî ji bingehê we yê leşkerî û rêveberî ya ku di salên şer ên dawî de hate avakirin, veguherî pêvajoyeke siyasî û destûrî.

Pirsa sereke girêdayî awayê tesbîtkirina mafê Kurdan di çarçoveya Sûriyeya nû de derdikeve holê.

Bendewariya destûrê, şêwazî rêveberiya herêmî, misogerkirina mafê çandî û ziman, hemwelatiya wekhev û beşdariya siyasî ji dosyayên ku wê di qonaxa bê de bê zelalkirine de ye.

SÛRIYAYA NÛ..HEVKARÎ NE PAŞGUKIRIN

Fewaz Osman da zanîn ku pêşeroja Sûriyeyê nabe ku bi paşguhkirina Kurdan an pêkhateyeke pêk bê, çareserkirina doza Kurdî bi awayeke adilane, dibe ku bibe faktoreke ji bo pêşxistina yekkirina welat û istiqrara wê.

Fewaz Osman axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Sûriyeya nû ne mumkine li ser paşguhkirina Kurdan an pêkhateyeke din were avakirin, doza Kurdî dozeke niştîman ya Sûriyeyê ye, çareseriya wê ya adilane yekkirina welat û istiqrara wê pêşdixe. Tişta tê xwestin hevkariyeke rastî ya li ser naskirina wekhev, hemwelatîbûna wekhev, demokratîk a di nava Sûriyeya yekgirtî de ye.”

(sb)

ANHA