Îsraîlê li Xezayê 8 kes kuştin

Di 2 êrişên Îsraîlê yên  li ser Xeza û rojavayê Xan Yûnisê de 5 jê polîs 8 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li Xezayê 8 kes kuştin
1 mijdar, 2026   17:54
NAVDNDA NÛÇEYAN

Li gorî xebatkarên tenduristiyê û Wezareta Hundirîn a Xezayê, di 2 êrişên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser Xeza û rojavayê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê de, 5 jê polîs 8 kes hatin kuştin.

Xebatkarên tenduristiyê diyar kir ku di êrişa li dijî bajarê Xezayê 3 kes hatin kuştin. Wezareta Hundirînê jî ragihand ku 5 polîs di êrişeke dîtir a li ser herêmeke rojavayê Xan Yûnisê de hatin kuştin.

Li aliyekî din jî, artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku wê hejmarek çekdar li Xan Yûnisê kirin hedef.

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Filistînê, ji destpêka peymana agirbestê ve herî kêm hezar û 500 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, di heman demê de Îsraîlê jî ragihand ku di wê heyamê de 4 leşkerên wê hatine kuştin.

(f)