Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike

Şaredariya Gel a Hesekê ragihand ku ji sedî 88`ê projeya xwe ya çêkirina rêyan temam kiriye û diyar kir ku ew ê li gorî pêdiviyên taxan û daxwazên şêniyan rêyên taxan jî çêkin.

Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike
Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike
Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike
Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike
Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike
Şaredariya Gel a Hesekê projeya çêkirin û başkirina rêyan temam dike
28 cotmeh, 2026   14:53
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê weke beşeke projeya asfaltkirina rêyan li tax û kolanên girîng ên bajêr, xebatên xwe yên sererastkirin û başkirina rêyan didomîne.

Endezyar Ehmed Şêxmûs diyar kir ku xebata li ser projeyê di 16`ê Hezîrana 2026`an de dest pê kiriye û rêjeya temamkirina giştî gihaştiye ji sedî 88’an.

Xebatên çêkirina rêyan li tax û kolanên Xişman, Kelasê, Qada Otobusê ya Bajêr, Kolana Îstasyonê, El Nasra, Parka Amad, Kolana Qamişlo, Muftî û Salihiyê pêk tên.

(k)

ANHA