Pêwîst e deriyên Îmraliyê heta dawiyê bêne vekirin - DR. HAYRÎ HAZARGUL 

Pêwîst e deriyên Îmraliyê heta dawiyê bêne vekirin - DR. HAYRÎ HAZARGUL 
22 îlon, 2026   09:41

Rehetiya xebatê û rêya azadiya Rêbertiyê vebe, ev pêvajo dê bi pêş ve biçe. Di çareseriya meseleya Kurd a 100 salî de dê gaveke girîng bê avêtin. Ev pêngav wê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya meseleya Kurd bê tacîdarkirin.

Vê gavê mijara ku li Tirkiyeyê herî zêde tê mereqkirin ev e ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Îmraliyê muzakereyên wê têne kirin dê ber bi ku ve biçe. Mîna ku pêvajo hate hêdîkirin. Hinek hene ku dibêjin leza vê pêvajoyê li gorî hilbijartinê hate eyarkirin. Heke mijareke ewqas girîng li gorî hesabên hilbijartinê bê destgirtin, ev dibe xirabiya herî mezin ku ji Tirkiyeyê re tê kirin. Pêwîst e ti hêzeke siyasî meseleyeke ewqas 100 salî ku siberoja Tirkiyeyê diyar dike nexe nav hesabên hilbijartinê.

Berdevkên desthilatdariyê dibêjin pêvajo di rêya xwe de dimeşe. Lê di pratîkê de tiştekî wiha nayê dîtin. Aliyekî girîng ê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lê di pêşveçûna vê pêvajoyê de negihîştina Rêbertiyê ji bo mercên xebata azad, helwesta desthilatê ya li beramberî pêvajoyê dixe ber lêpirsînan. Siyaset û pratîk ne li gorî hev in. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dixwazin ku Rêbertî bi awayekî azad bixebite. Tê hêvîkirin ku bi rojnamevan, siyasetmedar û ronakbîran re hevdîtinan bike û ramanên xwe bi awayekî vekirî pêşkêşî raya giştî bike. Lê ev tişt pêk nayê. Piştî derketina qanûnê, Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler got ku êdî Abdullah Ocalan dikare bi rojnamevan, siyasetmedar û hinek derdoran re hevdîtinê bike. Tevî ku li ser vê daxuyaniyê re nêzî du meh derbas bûn jî di vê derbarê de ti gavek nehate avêtin. Praktîzekirina vê yekê bi biryara wezareta edaletê pêk tê. Heke pêk neyê berpirsiyarê vê yekê beriya her tiştî serokkomar û desthilatariya AKP’ê ye.

Ev pêvajo bi meseleya Kurd a ku sed sal in li Tirkiyeyê didome re girêdayî ye. Nerazîbûn û berxwedanên ku di nav vê sed salî de derketine holê, li dijî polîtîkaya red û qirkirina çandî ya li ser Kurdan pêş ketine. Kurd tune hatin hesibandin, bi zorê hatine xwestin ku bên Tirkkirin. Berxwedana 53 salan a Apoyî û PKK’ê wekî serhildanekê li dijî vê polîtîkayê pêk hat. Têkoşîna çekdarî, ji ber polîtîkaya şaş a 100 salî, derket holê. Niha nîşandana vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke çekberdanê û nedîtina wê wekî siyasîbûn û çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, berevajîkirina rastiyê ye. Nêzîkbûna ji vê pêvajoyê re bi vê rengî, domandina hişmendî û polîtîkaya 100 salî ye. Dîsa israra di neguhertina vê hişmendî û polîtîkayê de ye.

Nîşandana vê pêvajoyê ji civaka Tirkiyeyê re tenê wekî çekberdanê, beriya her tiştî zirarê dide desthilatiya AKP’ê jî. Ozgur Ozel dema ku serokê giştî yê CHP’ê bû got ku ev pêvajo bi meseleya Kurd re têkildar e. Bi rastî dema ku qanûna navborî derket, di axaftinên ku li Meclîsê hatin kirin de hate diyarkirin ku mesele, meseleya Kurd e û dê bi demokratîkbûnê re bê çareserkirin. Heke Meclîs wekî cihê nûnertiya gelê Tirkiyeyê tê dîtin, wê demê ev helwesta ku li Meclîsê hate nîşandan çima nayê berçavgirtin?

Heke ev mesele tenê wekî çekberdanê bê dîtin dibe ku gerîla çekê bernede. Heke qanûnên ku siyaseteke demokratîk bi azadî bê kirin dernekevin û hewirdoreke wiha ya hiqûqî û siyasî çênebe, dê kîjan motivasyon çekê bi gerîla bide berdan? Desthilat û çapemeniya ku berdewam pêvajoyê wekî çekberdanê nîşan dide vê yekê nabîne? Tevgera Azadiya Kurd ragihand ku têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye. Diyar kirin ku dê çek berdin, vegere Tirkiyeyê û di qada siyasî ya demokratîk de têkoşînê bimeşînin. Niha dewleta Tirk çima gavên ku dê van tiştan pêk bînin navêje, tiştekî ku nayê fêmkirin e!

Li Tirkiyeyê her kes behsa pêdiviya demokratîkbûnê dike. Ma ne pêwîst e ku gavên demokratîkbûnê yên ku dê meseleya 100 salî bi dawî bikin û rêya Tirkiyeyê vekin bêne avêtin? Ev tişt ne tenê ji bo çareserkirina meseleya Kurd, ji bo Tirkiyeyê jî pêdiviyeke lezgîn e. Tirkiye di rastiyê de niha vê derfetê bi dest xistiye. Siyasetmedarbûn û hezkirina Tirkiyeyê hewce dihêle ku ev derfet bê nirxandin. Êdî pîvana hezkirina Tirkiyeyê avêtina gavên demokratîk e. Nexwe hezkirina Tirkiyeyê û gotina 'ez welatparêz im' ji demagojiyê pê ve ti wateyê nade.

Heke pêşveçûna vê pêvajoyê çêbibe, divê deriyên Îmraliyê di zûtirîn dem de ji herkesî re bên vekirin. Pêwîst e ev Rêbertî beriya herkesî karibe bang li civaka Tirkiyeyê û herkesî bike. Heke ev Rêbertî bibe xwedî mercên xebata azad û rêya azadiya wî vegere, ev pêvajo dê bi pêş ve biçe. Di çareseriya meseleya Kurd a 100 salî de dê gaveke girîng bê avêtin. Ev gav dê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya meseleya Kurd bê tacîdarkirin.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam