1‘ê Mijdarê Viyanayê hat pîrozkirin

Kurd û dostên wan ên ku li  paytexta Awistirya Viyanayê dijîn, Roja Cîhanê ya Kobanê bi civînekê pîroz kir.

1‘ê Mijdarê Viyanayê hat pîrozkirin
1‘ê Mijdarê Viyanayê hat pîrozkirin
1‘ê Mijdarê Viyanayê hat pîrozkirin
1‘ê Mijdarê Viyanayê hat pîrozkirin
1 mijdar, 2026   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, li ser banga Komîna Şehîdan a li Awistiryayê îro li navenda Komeleya Rojava ya Viyanayê  civînek hat lidarxistin.

Civîn li navenda Komeleya Kurdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre rojnamevan û siyasetmedar Bunyad Cizîrî axivî. Cizîrî rewşa siyasî û leşkerî ya berê êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya li ser Kobanê şîrove kir û diyar kir ku armanc ji êrişa li ser bajêr şikandina îradeya gelê Kobanê û têkbirina ezmûna wê ya berxwedan û azadiyê bû.

Bunyad Cizîrî bal kişand ser berxwedana şervanên YPJ û YPG‘ê ya li hemberî êrişan û da zanîn ku riska DAIŞ‘ê ne tenê li ser gelê Kurd bû, lê di heman demê de li ser tevahiya mirovahiyê hebû.

Cizîrî di dewama axaftina xwe de îşaret bi berxwedana jinên Kurd û çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava, her wiha berxwedana şervanan li dibistana Serûzî kir û wekî xalên werçerxê di têkoşîna li hemberî DAIŞ‘ê bi nav kir. Cizîrî got berxwedana  Kobanê bû wesîleya ku li Kurdistanê û cîhanê xwedî lê were derketin û piştevaniya berxwedana wê were kirin.

Bunyad Cizîrî da zanîn ku berxwedana Kobanê sînorê bajar derbas kir û veguherî destaneke mirovahî û sembola berxwedan, rûmet û azadiyê. Cizîrî got, keda şehîdan hişt ku çar parçeyên Kurdistanê di dora dozeke hevpar bibin yek.

Di civînê de îşaret bi helwestên aliyên navneteweyî ya li hemberî berxwedana Kobanê hate kirin. Hate gotin, di Cotmeha 2014‘an de komek nivîskar, hunermend, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û parlementer, di nav wan de ramangerê Amerîkî Noam Chomsky jî  ji bo piştgiriya Kobanê bangawazî kirin û bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî da.

Beşdaran diyar kir ku ev bangawazî di 1‘ê Mijdara heman salê de li gelek welatên cîhanê veguherî tevgereke berfireh a piştevaniyê û bi vê yekî ev roj wekî Roja Cîhanê ya Kobanê hat ragihandin.

Çalakvana siyasî û endama Defend Kurdistanê Anna Tolhildan jî axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya berxwedana Kobanê. Anna Tolhildan diyar kir ku ev berxwedan, ku rola pêşeng a jinan tê de derketibû pêş, bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Her wiha got ku berxwedana Kobanê hêzên demokratîk, çepgir û pêşverû yên li çar aliyên cîhanê teşwîq kir ku piştgiriyê bidin Kobanê.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser berxwedana Kobanê û 1‘ê Mijdarê hat pêşandan.

(bb)