Li Derayê tevgera balafiran û teqîn

Li gundewarê Derayê dengê teqînan hat bihîstin, di heman demê de balafirên Îsraîlê li Busra Herîr, asîmanê Şamê û gundewarê wê geriyan.

Li Derayê tevgera balafiran û teqîn
1 mijdar, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Derayê dengî teqînan hat bihîstin û balafirên şer li herêmê geriyan.

Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer bi nizmî li asîmanê Şamê û gundewarê wê digeriyan.

SOHR’ê destnîşan kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanê bajarokê Busra Herîr ê herêma Hawiza Yermûkê ya rojavayê Derayê geriyan, dûre jî helîkopter geriyan. Lê der barê agahiyên têkildarî armancên firînê de nehatin bibîrxistin.

Hîna jî balafirên şer li asîmanê herêmê ne û agahiyên têkildarî xwezaya tevgerên asîmanî û sedemên wê de nîn in.

(f)