Li Til Temirê fîlmê "Kobanê" hat pêşandan

Ciwanên Til Temirê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê fîlmê bi navê “Kobanê” temaşe kir.

Li Til Temirê fîlmê "Kobanê" hat pêşandan
1 mijdar, 2026   22:27
HESEKÊ

Ciwanên Til Temirê bi pêşandana fîlmê "Kobanê", 1‘ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

Çalakî li kafeteryaya “Amedspor” ya li parka taxa Til Ehmer bi amadebûna bi dehan ciwanan hat organîzekirin. Fîlm bal dikişîne li ser berxwedana Kobanê ya li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê, qonaxa werçerxî ya ji dîroka bajêr û fedakariyên ji bo xak û şêniyan hatine dayîn.

Di fîlmê de dîmenên ji berxwedana şervanên YPJ û YPG’ê, vîn, berxwedanî û têkoşîna li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatine kirin hatin pêşkêşkirin.

(f)