Azadî nayê bexişkirin, tê standin - OMER HAYRÎ KONAR 

Azadî nayê bexişkirin, tê standin - OMER HAYRÎ KONAR 
17 cotmeh, 2026   12:42

Demokrasî, azadî û misogeriya hiqûqî ne ew nirx in ku desthilatdar xêra xwe diyarî civakan bikin. Ev; encama rêxistinkirin û avakirina civakê bixwe ye ku desthilatdariyê neçar dike qadê jê re veke û hêzê pê re parve bike.

Siyaset giraniya xwe tev diparêze. Pêvajoyên wisa ewqas tevlîhev ên ku xwe nespêrin afirîneriyeke mezin û hostatiya siyasî, zehmet e ku bi îstiqrar bimeşin. Bi giştî dema ku krîz û kaosa herêmê û îhtimala pevçûnan li her qadê tê ber çavan, diyar e ku ev pêvajo çiqasî hişyariyeke mezin dixwaze.

Ev pêvajoya ku her kes li gorî xwe wateyê didê û şîrove dike, hîn jî tê nîqaşkirin. Ji ber ku aliyên wê yên nezelal û nediyar pir in, bi mafdarî nîqaşa wê jî germ e. Eniya netewperestên rastgir ya li Tirkiyeyê bi rengekî şîrove dike, eniya muhafezekar ên netewperest bi rengekî din. Netewperestên Kurd cuda, eniya çep jî cuda şîrove dikin. Ev rewş helbet rasterast bi karektera pêvajoyê re eleqedar e. Ev geşedana ku jê re “pêvajo” tê gotin, ji çareserkirina pirsgirêka bingehîn zêdetir, guherandina rêbaz û amûrên çareseriyê armanc dike. Şûna rêbaz û amûrên pevçûna çekdarî, siyaset û hiqûqa demokratîk dike armanca sereke.

Di rewşa heyî de agirbestek heye, lê ev tenê rawestandina şer vedihewîne. Di qada civakî û siyasî de jî têkoşîneke kûrtir di rojevê de ye. Divê ev wekî serdemeke ku rêbaza wê guheriye lê têkoşîna wê xurtir bûye, bê fêmkirin. Eniya desthilatdariyê dikare her cure lîstikê bilîze û hesaban bike. Li hemberî van, bi nirxandina kiryarên wan divê pêvajo bê şîrovekirin. Mijara girîng ew e ku siyaseta berê ya zirav berdewam dike. Ji pejirandina hebûnê û nasîna azadiyê hîn dûr e. Ji ber vê yekê, şûna ku mirov binêre ka eniya beramber çi dibêje û çi dike, a rasttir ew e ku mirov binêre ka hêzên demokrasiyê rojane çi û çiqasî ava dikin û şert û mercan çiqasî rast dinirxînin.

Demokrasî, azadî û misogeriya hiqûqî ne ew nirx in ku desthilatdar xêra xwe diyarî civakan bikin. Ev; encama rêxistinkirin û avakirina civakê bixwe ye ku desthilatdariyê neçar dike qadê jê re veke û hêzê pê re parve bike.

Mijareke ku her tim tê pirsîn heye: Çima di dema Osmanî de demokrasî pêş neket? Her wiha di dewamê de çima di serdema Komarê de dewlet nekarî li hemberî demokrasiyê hesas be? Pirsên mafdar in, lê ev ji karektera dewletê zêdetir, bi nebûna hêza siyasî ya civakan re eleqedar e. Civakê tenê bi daxwazkirinê re sînordar maye. Lê ya rast demokrasî nayê daxwazkirin, tê avakirin.

Civak çiqasî xwe rêxistin bike û ava bike, daxwazên wê jî ewqasî bersivê dibînin. Hûn çiqasî xwe rêxistin dikin, diguherînin û ava dikin, hêza wateyê û nirxê we jî ewqas e. Ev çawa ku ji bo kesan derbasdar e, ji bo kom û civakan jî pêwîste û derbasdar e. Dema ku mijar dibe Kurd, nirxê vê yê jiyanî pir zelal e.

Li ser bingeha tundiya çekdarî siyaset meşandin, sînorên xwe hene. Dema ku di asteke bilind de be, îhtîmala ku vegere û xwediyê xwe tune bike, heye. A tê tercîhkirin li ser rêbaz û amûrên demokratîk siyaset meşandin e. Li vir afirînerî, hilberîn û avakirin, mercên bingehîn in. Rastiya ku civaka me her jê direve jî ev der e. A rastî ew e ku siyaset kêlî bi kêlî pêkanîn, hilberîn, afirandin û avakirinê dixwaze. Di vê mijarê de şêwazên wekî burokratîk, bijarexwaz û qayilbar astengiyeke mezin e. Nebûna hişmendî, kesayet û karakterê komunal ê demokratîk dibe sedema jidest birina derfetên dîrokî û bikarnanîna rast a derfetan. Ev dibin pirsgirêkên bingehîn ku li benda çareseriyê ne.

Omer Hayrî Konar

Girtîgeha Îmraliyê

(Ev nivîs ji kovara Ozgur Halkê hatiye wergirtin)