4'emîn Sempozyûma Şêwekariyê ya Rojava 20'ê Gulanê li hola Firatê ya bajarê Kobanê dest pê kir. Ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 şêwekar beşdarî sempozyûmê bûn. Tê payîn ku sempozyûm 26'ê Gulanê li Kobanê bi dawî bibe û 28'ê Gulanê li Qamişloyê dest pê bike.
Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed têkildarî semopzyûmê ji ANHA'yê re axivî.
Murhef Fehed diyar kir ku armanc ji vê sempozyûmê ew e ku rola hunermend û şêwekarên li Kobanê û tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were xurtkirin û pêşxistin.
Fehed destnîşan kir ku deriyê sempozyûmê li pêşiya tevahî şêwekarên li Sûriye û cîhanê vekiriye û got: "Bajarê Kobanê ji ber teror û wêrankirinê demek dirêj êş kişand. Ji ber vê yekê lidarxistina sempozyûmê ji bo vejandina hunerê û pêşketinê wê li vê bajarê bedew e."
Muhref Fehed hêviya serketinê ji hemû şêwekaran re xwest û hêvî kir ku berhemên wan bibin meşaleya ku rê li ber nifşên bê ronî bike.
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku 1'emîn Sempozyûma Rojava ya Hunera Şêwekarê sala 2017'an li Kobanê hat lidarxistin ku bi dehan şêwekar lê hene.
Li Kobanê ronesansek di warê hunera şêwekariyê de pêk tê. Salane bi beşdarbûna bi dehan şêwekarên ji Kobanê û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeh tên vekirin."
(bb)
ANHA